Partiyên Kurdistanî li ser rewşa herêmî li hev civiyan

Ji bo nîqaşkirina rewşa herêmî gelek partî û saziyên Kurdistanî li Kerkûkê li hev kom bûn û rewşa herêmî nîqaş kirin.

Bi tevlîbûna 13 partî û saziyên siyasî yên Kurdî li Navenda Mekteba Siyasî ya Kerkûkê bi pêşengtiya Berpirsê Karê Îdarî yê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Aso Mamed civînek hate kirin.

Partî û saziyên li hev kom bûbûne ev in; Tevgera Azadî, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistan, Partiya Şûî ya Kurdistan, Partiya Pêşketinxwazên Kurdistan, Partiya Kesk a Kurdistan, Sosyal Demokrat a Kurdistan, Tevgera Demokratîk a Gel a Kurdistan, Hevpeymaniya Niştîmanî, Tevgera Îslamî ya Kurdistan, Komel a Dadgerî, Yekgirtûy Îslamî ya Kurdistan, Tevgera Goran, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistan û Partiya Îslamî ya Iraq.

Berpirsê Malbenda 2 a YNK’ê ya Kerkûkê Rewend Mele Mehmûd peyama hevpar a partiyên li hev civiyan xwend. Mehmûd diyar kir ku di civînê de partî û saziyên Kurdistanî li hev kom bûn û li ser rewşa Kerkûk û herêmên madaya 140 nîqaş kirin û got: “Bal kişandin ser yekgirtina partî û aliyên Kurdistanî ku bikarin ji bo bikarin bibin bersiva her hewldaneke derve.”

Mehmdû her wiha destnîşan kir ku ew ê di çavçoveya nîqaşên hatin kirin ku welatî jê dilgiranin û rê li ber fikaran vebûye kar bikin û li gel daxwazên gel bin.

Berpirsê Malbenda 2 a YNK’ê ya Kerkûkê Rewend Mele Mehmûd diyar kir ku hemû hewldanên wan ew e ku çareseriyê ji bo alozî û nakokiyên îdarî û ewlehiyê ku rojane li Kerkûk û herêmên bi nakok rû didin.”