HPG: Leşkerekî Tirk ê dagirker li Zapê hate cezakirin

Li herêma Zapê di çalakiya gerîla de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 2 caran bi bombeyên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer, 14 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

5'ê Kanûnê sate di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, dagirkerekî dixwest sîstema kamera ya mobesse li herêmê bi cih bike, bû hedefa tîmên me yên bi tevger. Di encama çalakiyê de ya bi çekên giran hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

5'ê Kanûnê sat di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

5'ê Kanûnê saet di 16:20 û 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, li ser çeperên şer ên li Şehîd Botan 2 caran bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

5'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Bihar 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

5 û 6'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro, Girê Amediyê 14 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

5'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê FM, Girê Amediyê û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."