Helbestkar Feqîr Ehmed jiyana xwe ji dest da

Helbestkar Feqîr Ehmed li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.

Feqîr Ehmed di sala 1942’an de li gundê Mizeynterê yê Pirsûsê ji dayik bûbû. Pirtûka wî ya pêşîn a helbestan di sala 1990’an de hatibû weşandin. Di salên 1994 û 1998’an de Dîwana Reş-2 û Dîwana Reş-3 weşand.

Feqîr Ehmed gelek çîrok jî nivîsandibû. Hin ji van çîrokan ev in: Qedar (Împaratoriya Med), Azepê Kose, Siloyê Zindê, Berkelê Egîd, Rûvî û Şêr, Derweşê Evdî.