BI DÎMEN

Ciwanan dest bi Meşa Dirêj kirin: Azadî bi berxwedanê pêkan e

Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, Meşa Dirêj destpê kir. Ciwanan got: “Azadî bi berxwedanê pêkan e.”

MEŞA DIRÊJ

Ciwanên Kurdistanî li Hauptbahnhof a li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê hatin ba hev û dest bi çalakiya Meşa Dirêj kirin.

Meşa Dirêj di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî” de hate lidarxistin û enternasyonalîst jî beşdar bûn. Meşa Dirêj bi coşa mezin a ciwanan destpê kir.

Di daxuyaniya têkildarî meşê hatî dayîn de, hate destnîşankirin ku 43 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Di daxuyaniyê de peyama “azadiya Rêber Apo bi berxwedanê pêkan e” hate dayîn.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Ferhat Mêrdîn axivî û got: “Komploya navneteweyî 25 sal in dewam dike. Di serî de têkoşîna Rêber Apo û ya Tevgera Azadiyê û ya gelê me pêşî li armanca hêzên komploger girtiye. Ji ber ku têkoşîna Rêber Apo li pêşiya projeyên DYE, Îsraîl û Îngilistanê yên li Rojhilata Navîn asteng bû, komploya navneteweyî hate pêkanîn.”

Li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKOJIN) Jiyan Kirmanşah jî daxuyaniya bi Elmanî xwend û ragihand ku ku berxwedana jinê wê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mîsoger bike.

Jiyan Kirmanşah diyar kir ku CPT û Yekîtiya Ewropayê bi bêdengiya xwe hevkariya sûc dikin û got: “Azadiya gelê Kurd û ya gelê herêmê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Bi armanca astengkirina belavbûna fikrên Rêber Apo li cîhanê, li dijî wî tecrîda mutlaq hate pêkanîn. Ev biryareke siyasî ye. Ti agahiya me ji Rêber Apo nîne. Di bin êşkenceyeke giran de tê ragirtin û ev yek tê wateya binpêkirina hemû mafên mirovan. Li vir jî saziyên Mafên Mirovan, CPT, Konseya Ewropa û hwd bi bêdengiya xwe hevkariya sûc dikin û rasterast ew bi xwe berpirsyar in.”

Ciwan wê Meşa Dirêj li bajarê Duisburg biqedînin.