'Zeviyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zanebûn tên şewitandin'

Rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin, nêzî 400 hezar donim zeviyên genim û çandiniyê bi êrîşên plankirî hatine şewitandin.

Rayedar dibêjin, di çarçoveya konseptekê de ji bo atmosfereke kaosê bê afirandin û aborî bê tengavkirin şewat tê derxistin.

Çete û palpiştên wan ku bi êrîşên leşkerî nekarîn Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê têk bibin, vê carê êrîşî çavkaniyên debara gel û aboriya Rojavayê Kurdistanê dikin. Ji Dêrikê heta Kobanê, ji Hesekê heta Dêra Zorê, ji Reqayê heta Minbic û Şehbayê qadeke berfireh a ji zeviyên genim di dema çinînê de ji aliyê hêzên kontra ve hatin şewitandin.

Heta niha li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê nêzî 382.200 donim zeviyên genim û ceh şewitîne. Rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diyar kirin, beşek ji van zeviyan bi germbûna hewayê û xemsariyê şewitiye, beşeke mezin jî bi zanebûn hatiye şewitandin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Salman Barodo û Hevseroka Desteya Karên Hundir Hêvî Mistefa qala sedema van şewatan û têkoşîna wan a li dijî êrîşan kirin.

Barodo ragihand, ji roja şewatê dest pê kiriye heta niha nêzî 382.200 donim zeviyên çandiniyê şewitîne û got, "Ev yek agahiyên giştî ne ku gihîştine ber destê me. Piraniya zeviyên şewitîn bi genim û ceh hatibûn çandin. Xisara madî jî bi qasî 17 milyar lîreyê Sûriyeyê ye."

Barodo der barê zeviyên ceh û genim ên şewitîn agahiyên statîstîkî da:

Herêma Cizîr: 320 hezar donim

Herêma Firatê: 24.500 donim

Tebqa: 18.500 donim

Reqa: 14.600 donim

Dêra Zor: 3.500 donim

Minbic: 1.100 donim

'LI DIJÎ ŞEWATÊN XWEZAYÎ ME TEDBÎR WERGIRTIBÛN'

Mistefa jî anî ziman ku ji bo şewatên ji ber germê û xemsariyê rû bidin wan tedbîr wergirtibûn û got, "Her sal zevî dikarin bên şewitandin. Ji ber vê yekê hêzên asayîşê yên ser bi desteya me mîna her salê îsal jî tedbîrên xwe wergirtin. Biryar hate dayin ku gel bê hişyarkirin. Ji gel re hate gotin ku wesayitên dikevin nava zeviyan; traktor, motor, wesayitên ku çinînê dikin divê qewîn bin û tedbîr hatin wergirtin. Ji ber ku hin şewat ji ber pirsgirêkên teknîkî yên wesayitan rû didin... Her wiha hişyarî hate dayin ku mirovên di wesayitan de çixareyê dikişînin divê bêyî vemirandinê çixareyê neavêjin derve. Asayîşê, şaredariyan û saziyên di vê mijarê de berpirsyar in komîteyên lezgîn di nava xwe de ava kirin."

'DAÎŞ'Ê BERPIRSYARÎ DA SER MILÊ XWE'

Mistefa diyar kir, beşek ji şewata li Bakurê Sûriyeyê îsal ji ber xemsariyê û wesayitên xerab e derket, lê beşa mezin bi zanebûn û plankirî hate derxistin.

Mistefa got, "Tê dîtin ku di nava rejîmê de jî hin kes hewl didin tevlîheviyê derxînin. Ji ber ku 30 ji sedî yê zeviyên çandiniyê yên Sûriyeyê li herêmên me ne. Planên dewleta Tirk jî hene. Dixwazin îradeya me têk bibin û aboriya me lawaz bikin.

Tevî vê yekê hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê piştî ku li pêşberî QSD'ê têk çûn ji bo girrê xwe nîşan bidin şewat derxistin. Çeteyên DAÎŞ'ê di çapemeniya xwe de daxuyanî dan û gotin, "Me zevî şewitand, ji ber ku ew kafir in, gawir in. Mafê me ye ku em zeviyên wan bişewitînin."

'LEŞKERÊN TIRK GULEYAN BERDIDIN COTKARAN'

Barodo jî bal kişand ser berpirsyariya dewleta Tirk a di şewatê de û got, "Di van şewatan de para dewleta Tirk jî heye ku gelek zerar daye herêmê. Li ser sînor jî gelek zevî şewitîn. Fîşekên li ser sînor hatin teqandin kir ku şewat derkeve. Mirovên ku ji bo vemirandina şewatê çûn nava zeviyên li ser sînor bûn hedefa fîşekên leşkerên Tirk û destûr ji wan re nehate dayin ku şewatê vemirînin.

DAÎŞ'ê berpirsyarî da ser milê xwe. Bêguman di şewatê de berpirsyariya DAÎŞ'ê heye. Lê belê ne tenê DAÎŞ, îstîxbarata Tirk û hucreyên veşartî yên li Bakurê Sûriyeyê jî xwedî berpirsyarî ne. Em zanin ku di nava van hucreyan de endamên berê yên DAÎŞ'ê hene."

'DIXWAZIN ARAMIYÊ TÊK BIBIN'

Der barê armanc ji şewitandina zeviyên çandiniyê jî Barodo got, "Yên ku naxwazin rêveberiya heyî bi pêş bikeve, yên ku naxwazin li herêma me aramî hebe hewl didin peyamekê bişînin û tevlîheviyê çêbikin. Dixwazin bêjin ku rêveberiya heyî aramiyê pêşkêşî we nake. Haya me ji vê armanca wan heye."

Mistefa jî bi bîr xist, piştî ku şewatê dest pê kir çeteyên bi navê 'Mûxalefeta Sûriyeyê' ya ku dûvikê Tirkiyeyê ne dest bi propaganda nebaşkirina Rêveberiya Xweser kirine û got, "Di çapemeniya xwe de propagandayê dikin û îdîa dikin ku 'em qadên xwe dişewitînin'. Hin hêz dixwazin bi vê yekê serê mirovan tevlîhev bikin. Li aliyê din dixwazin atmosfereke welê biafirînin û bêjin, 'rêveberiya heyî nikare milkê gel ê herêma xwe biparêze'. Bi vî rengî dixwazin gel û rêveberiya xweser ji hev qut bikin. Ji aliyê aborî ve dixwazin lawaziyê biafirînin û îradeya gelê me bişikînin."

'ŞERÊ ABORÎ DEST PÊ KIRIYE'

Barodo got ev êrîş piştî hin biryarên ku Konseya Aboriyê standî dest pê kirine, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî aborî dest pê kiriye, ew hay ji vê hene.

Barodo bi domdarî got: ''Me Konseya Aboriyê dema ku çandiniyê dest pê kir, me gelek civîn girtin û me haziriyên xwe kirin. Me plansaziya wê kir bê ka em ê çil bixebitin, çilo bifiroşin, me bi bûroyên embarên gênim re xebatên hevpar kirin. Bi xwediyên zeviyan re me civîn kirin bê ka serê donimê çi qasî dixazin. Di van civînan de me got em ê hemû dexla Bakur-Rojhilatê Sûriyê bikirin. Dema ku me ev got me xwe berpirs dît. Me diyar kir ku em berpirs in ku tov û tiştên hewce bidin cotkaran. Bi vê armanca me ew bû stokeke ku têra ardê salane bike em bi cih bînin û her cure hewcehiya zad em dabîn bikin. Piştî ku me ev biryar stand li dijî me lîstikên gemarî zêde bûn.''

'EM Ê ENCAMAN BI RAYA GIŞTÎ RE PAR VE BIKIN'

Mustafa got piştî ku li Bakurêrojhilat ê Sûriyê şewatan dest pê kir, hemû hêzên asayişê, hêzên leşkerî jî seferber bûne û got, ''Ez dîsa dibêjim; hin şewat ji ber qûnikên çixarê, sersariyê çêbûn. Lê hin şewat bi hevdemî, bi zanebûn hatine kirin. Ev şewat pir mezin bûn û dewlet jî bi teknîka pêşketî ya li ber dest zor li wan dibe ku şewata wiha vemirînin. Agirkujiya me, hêzên me yên asayîşê, gelê me bi hev me şewat vemirind. Hê jî her kes seferber bûyî ye.

Li ser vê mijarê bi rêya meclîsan, li ser mijarên mudahleyê li hin deveran komîte hatin çêkirin. Ev komîte li gelek qadan têne avakirin. Divê em zêdetir xurt bikin. Ji ber ku,ji bo ku em dexlê hemûyî rakin hê 15 roj hene. Dîsa hêzên me yên asayişê ji van şewatan berpirs 10 kes destgîr kirin. Lêpirsîna li ser van kesan didome. Dema ku encam temam bûn em ê bi raya giştî re par ve bikin.''

'EM Ê LI REX GELÊ XWE BIN'

Barodo got beriya çinîna genim û ceh dest pê bike, komîteyên bi ser Konseya Aboriyê ve li qadan ji bo ku cotkaran bîrewer bikin xebatan dikin û got, ev xebat heta niha jî didomin.

Barodo got ji ber şewatan,ji ber ku ziyana gel bûye komîteye çêkirin û domand, ''Ev komîte ziyanê hesêb dikin, diyar dikin bê ka li kûderê, dexlê kê çi qas şewitiya û ziyan li wan bûye. Encaman didin konseya me. Em Konseya Aboriyê û rêveberiya xweser a demokratîk em ê encamên van raporan binirxînin û biryarekê bidin. Li gorî derfetên xwe tişta ku ji dest me hat em ê texsîr nekin.''