Yûsûf: Meşa ber bi Efrînê wê moral bide berxwedanê
Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsûf bang li gelên Bakurê Sûriyeyê kir ku bila piştgiriyê bidin meşa sibê ya ber bi Efrînê ve.
Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsûf bang li gelên Bakurê Sûriyeyê kir ku bila piştgiriyê bidin meşa sibê ya ber bi Efrînê ve.
TEV-DEM ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê ya ku 15 roj in li dijî dagirkeriyê didome, bi beşdariya gelên Rojava, Bakurê Sûriyeyê û Helebê meşeke ber bi Efrînê ve dide destpêkirin.
Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsûf bang li gelên Bakurê Sûriyeyê kir ku bila piştgiriyê bidin meşa sibê ya ber bi Efrînê ve û got, “Piştgiriya gelên herêma Cizîr, Kobanê û herêmên din ên ji bo berxwedana Efrînê, helwesteke bi rûmet e. Gelê Efrînê moralekî mezin ji vê helwestê werdigire. Gelên van herêman baweriya wan a serkeftinê zêde ye û ew ê vê berxwedanê bi tenê nehêlin.
BERXWEDAN WÊ YEKÎTIYÊ XURTTIR BIKE
Ji bo xurtkirina berxwedanê hemû gelên Bakurê Sûriyeyê li ser piyan in. Ji ber vê jî meşa ber bi Efrînê meşeke bi rûmet e. Berxwedana Efrînê wê yekîtiya di navbera gelên me de jî xurt bike.
TEV-DEM: GELÊ EFRÎNÊ NE BI TENÊ YE
TEV-DEM’ê jî têkildarî vê meşê îro daxuyaniyek dabû û gotibû, “Gelê Efrînê ne bi tenê ye. Divê gelên me yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê berê xwe bidin Efrînê. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku di 4’ê Sibatê de bi awayekî xurt tevlî meşa ber bi Efrînê bibin.”