3 zanyarên din ên Îranî hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê li ser Îranê de 3 zanyarên bi navê Alî Bekaî Kerîmî, Mansûr Askerî û Seîd Burcîn hatine kuştin.

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê didom in. Ajansa Nûçeyan a Tasnîm a Îranê ragihand ku 3 zanyarên din ên Îranî hatine kuştin.

Di nûçeyê de hate diyar kirin ku navê zanyarên hatine kuştin Alî Bekaî Kerîmî, Mansûr Askerî û Seîd Burcîn e.

Artêşa Îsraîlê duh di saetên sibehê de li dijî Îranê operasyona bi navê ‘Rabûna Şêr’ dabû destpêkirin. Di encama êrîşê de  Fermandarê Hêza Qudusê ya Îranê Îsmaîl Kaanî, Fermandarê Artêşa Parêzvanên Şoreşê Huseyîn Selamî, Korgeneral Gulam Alî Reşîd û bi dehan kesên din ku di nava wan de zanyarên nuklerê Ferîdûn Abbasî û Muhammad Mehdî Tehrancî jî hebûn hatin kuştin.