BI DÎMEN

Ambargoya li ser Mexmûrê li Luzernê hate protestokirin

Kurdistaniyan li dijî ambargoya dermirovî ya li ser Wargeha Mexmûrê li bajarê Luzern ê Swîsreyê çalaki lidar xistin; bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin.

Kurdistaniyan li dijî ambargo û zextên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) li bajarê Luzern ê Swîsreyê çalakiyek lidar xistin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê Leyla Ekîncî û Ercan Guneş axivîn.

Leyla Ekîncî bal kişand ser armanca çalakiyê û got, dorpêça li ser Mexmûrê dermirovî ye.

Ercan Guneş jî di destpêka axaftina xwe de cejna gelê Kurd, Rêber Apo, gerîla û şêniyên Mexmûrê pîroz kir.

Guneş diyar kir ku şêniyên Mexmûrê ev demek dirêje di bin ambargoyeke giran de ne û gel li dijî vê ambargoyê li ber xwe dide. Guneş ev berxwedan silav kir û destnîşan kir ku şêniyên Mexmûrê bi tenê nînin.

Ercan Guneş bilêv kir ku divê wargeh di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de be, hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê li hemberî zextên Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Guneş ev helwest teşhir kir, diyar kir ku ew ê van zextan qebul nekin û bang kir ku demildest ambargo were rakirin. Guneş bang li civaka navneteweyî jî kir û got, “Li dijî van pêkanînên derhiqûqî yên li ser Mexmûrê bêdeng nemînin.”

Guneş her wiha bi bîr xist ku şêniyên Mexmûrê ji ber zextên dewleta Tirk koç kirine û got, “Îro jî em rû bi rûyê heman aqlê dewletê ne.” Guneş bal kişand ser polîtîkayên zextên yên dewam dikin.

Guneş îşaret bi geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo jî kir û destnîşan kir ku ew piştgirî didin fikrên Rêber Apo û xwedî li pêvajoyê derdikevin.