YRA: Em xizmeta yekîtiya neteweyî bikin

Yekîtiya Ragihandina Azad bang kir ku divê saziyên çapemeniyê yên Kurdan xwedî polîtîkaya weşaneke wisa bin ku ev weşan xizmeta yekîtiya neteweyî bike.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Rojava di serî de ji bo xebatên yekîtiya neteweyî ya li gelek navendên Kurdistanê îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ev demeke hêzên siyasî yên kurd piştî înîsyatîfên KNK`ê û Fermandariya HSDê di nava goftûgoyên hevrêzkirin û nîqaşên lihevkirineke siyasî de ne.

Ev liv û tevgera han hem ji aliyê hêzên Kurdan ve hem jî ji aliyê hêzên navneteweyî ve, rastî piştgiriyeke mezin hat. Tevî ku piştevanên van xebatan hene jî, lê belê dijminên Kurdan bê navber dixwazin van guftûgoyan pûç derxînin.

Bê guman, ji bo ev xebat bigihêjê serî pêwîst e hemû sazî, kesayet, rewşenbîr, dezgehên ragihandinê û rojnamevanên girêdayî van hêzan û yên serbixwe bi hestiyariyekî bêhempa vê mijarê bişopînin û binirxînin. Bi awayekî ku tenê xizmeta vê lihevkirinê bike.

Lewra, ya herî zêde di vê mijarê de divê baldar û hişyar be dezgehên ragihandin û rojnamevan in. Bi qasî ku bandora gotin û agahiyê heye, heke şaş bê bikaranîn dibe ku rêyên çareseriyê û tifaqê asteng bike û hilweşîne.

Lewra em weke Yekitiya Ragihandina Azad piştgiriya van guftûgoyan dikin. Bi hêviya ku di demeke nêz de bigihên armanca xwe û encameke erênî jê derkeve ku karibe metirsiya qirkirineke din li ser gelê me pûç bike.

Lewra em ji hemû saziyên ragihandinê û rojnamevanên li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku van xalan pêk bînin:

*Divê gotinên ku kîn û nefretê kûr dikin neyên bikaranîn.

*Divê hemû dezgeh û rojnamevan hevbeşiyeke bikaranîna têgînan pêş bixin.

*Çavkaniyên jê nebawer û agahiyên ku bandoreke neynî li goftûgoyên yekîtiyê dikin, divê neyên belavkirin.

*Pêwîst e hemû dezgeh û rojnamevan hewl bidin ku di weşanên xwe de atmosfereke erênî û dengeyekê ava bikin ku bandoreke erênî li gel bike.

*Ji aliyê hêzên ku di nav guftûgoyan de, tê xwestin ku bi zelalî û dûrî gumanan encama nîqaşên xwe bi raya giştî ya gel re parve bikin.

*Bi taybet rojnamevan û hemû gelê me pêwîst e li ser hesabên xwe yên medyaya civakî di hilbijartina gotinên xwe de baldar û hişyar bin.

*Pêwîst e ragihandin li mijara yekîtiya Kurdan weke dozeke stratejîk binêre ku di bingeha xwe de ne taktîkeke demkî ye û karibe civaka Kurd ya ku ji ber polîtîkayên teng yên partiyên siyasî ji hev dûrketî, nêzî hev bike.

*Ji bo bidestxistina mafên Kurdan di Sûriya pêşerojê de divê ragihandina Kurdan erkên li ser milê xwe pêk bîne. “