YPG: Li Tirbespiyê di êrîşeke artêşa Tirk de şervaneke me şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji gundê Kêl Hesenakê ya Tirbespiyê êrîşî eniyên şervanên wan kir. YPG’ê diyarkir ku di vê êrîşê de şervaneke wan şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li Tirbespiyê daxuyaniyek weşand. YPG’ê diyarkir ku şervanê wan Hisên yê ji gundê Girdêm ya Çilaxa bi êrîşa suîqastê şehîd bûn.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Îro danê nîvro artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînor li pêşberî gundê Kêl Hesenakê ya girêdayî Tirbespiyê xalekî hêzên me ku parastina sînor dikirin, kir hedef. Di encama êrîşa sûîqastê ya artêşa  Tirk a dagirker de şervanê me Hisên yê  ji gundê Girdêm ya Çilaxa ye ku ji pêkhateya Ereb e şehîd ket.”