YPG li Efrînê lê dide: 15 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Li Efrînê di çalakiyên YPG/YPJ'ê yên dijî hêzên dagirker de 15 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser çalakiyên 13'ê Hezîranê yên li dijî hêzên dagirker ên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê diyar kir, şeva 13'ê Hezîranê li ser rêya navbera gundên Qîmarê û Beradê yên navçeya Şêrawayê, hêzên YPG'ê wesayiteke leşkerî ya çeteyên Firqet Hemze kirin hedef. Li ser encama çalakiyê ev agahî hatin dayin: "Di encama çalakiyê de wesayit tevî 3 çeteyên tê de hate rûxandin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Mistefa El Ebdillah ê ji Heleb, Mihemmed Xalid El Mehmûd ê ji Cebel Zawiye û Ehmed Ebu Cerrah in"

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku sibeha 13'ê Hezîranê hêzên YPG'ê li yekîneyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin ku li gundê Xalta yê navenda bajarê Efrînê bi cih bûbûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama çalakiyê de wesayiteke leşkerî hate rûxandin, yek jê leşker herî kêm 12 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê wesayiteke zirxî ya ku xwest mudaxele bike bû hedefa yekîneya me û wesayit tevî çeteyên tê de hate îmhakirin. Hejmara çeteyên di wesayitê de bûn nehat zelalkirin."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di daxuyaniya xwe de her wiha destnîşan kir ku hejmara çete û leşkerên ku ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrînê ya artêşa Tirk a dagirker heya niha gihîşt 2 hezar û 479'an.