YPG'ê Zehredîn Osê bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê şervanê xwe Zehredîn Osê bi bîr anî, ku 15'ê Gulanê dema bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe Zehredîn Osê ku di 15’ê Gulanê de şehîd bû, ragihand.

Di daxuyaniya YPG'ê de wiha hate gotin:

"Di 15'ê Gulana 2020'an de hevrêyê me Zehredîn Osê dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de gihîşte şehadetê.

Hevrê Zehredîn, li bajarê Dirbêsiyê di malbateke welatparêz de ji dayik bûbû. Di demekê de ku li dijî şoreşa Rojava û bakurê Sûriyê êrişên dagirkerî û qirkirinê çêdibûn, tev li refên têkoşîna me bû. Hevrê Zehredîn bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar her tim bû xwedî sekneke pêşeng a têkoşer.

Em di şexsê hevrê Zehredîn Osê de tevahî şehîdên leheng ên şoreşa Rojava bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata şehîdê xwe re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnemaya şehîd wiha ye:

Nasnav: Zehredîn Osê

Nav û Paşnav: Zehredîn Osê

Navê Dayikê: Marufa

Navê Bav: Hemîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: 15'ê Gulanê 2020'an