YPG’ê şervanên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesûr bibîr anî

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasanameya şervanên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesûr ên di navbera 1-3’ê Adarê de li cihên cuda û demên cuda şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesûr ên di dîroka 1-3’ê Adarê li Hesekê û Helebê dem û cihên cuda şehîd bûbûn bibîr anî.

YPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

Li rojên 1- 3’yê Adarê şervanên me Çîçek Botan û Êrîş Cesûr, di encama qezeyê de gihiştin şehadetê.

Hevala me Çîçek Botan, li Kobanê di nav malbatek welatparêz de mezin bû û di pêvajoya şerê Kobanê ya giran de tevlî YPJ’ê bû. Heval Çiçek tola xwe ya li hember dijmin cara yekê bi rizgarkirina Kobanê girt. Di nav şert û mercên giran ên şer de Heval Çîçek bi biryardariyeke mezin û ruhê berxwedanê ezmûnên mezin û girîng ên şoreşgerî qezenc kir û bû jineke şoreşger a bi hêz. Heta kêliya dawî, li ser bingehê paradigmaya demokratik, ekolojîk û azadîxwaziya jinê xwe kûr kir û bi awayek fedaiyane têkoşîn da meşandin.   Hevala me Çîçek Botan li roja 3’ê Adarê di encama qezeyek de gihişt asta şehadetê.

Hevalê Êrîş Cesûr di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû. Bi seknek netewî tevlî refên şoreşê bû û heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi baweriyek mezin bicih anî.  Bi sekna xwe yê fedekar û kedkar her tim hêz da hevalên xwe. Heval Erîş, hêrsa xwe yê li dijî dijmin, di kesayeta xwe de zivirand hêzekî mezin û heta kêliya dawî jî di têkoşîna xwe de paş de gav neavêt û bi israr meşiya. Girêdan û baweriya xwe ya bi  şoreşê re bi têkoşîna xwe îspat kir, hemû erkên li ber xwe bi awayek herî serkeftî pêk anî. Rêheval Êriş li roja 1ê Adarê di encama qezayek de li Helebê tevli karwana şehîdan bû.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Çîçek Botan

Nav û Paşnav: Besma Heyder

Navê Dayîk: Zelixe

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayîkbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadete: Hesekê | 3 Adar 2021

***


Nasnav: Êrîş Cesûr

Nav û Paşnav: Diyar Erçik

Navê Dayîk: Ayşe

Navê Bav: Zeki

Cihê Ji Dayîkbûnê: Gever

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 1 Adar 2021

Em dî şexse herdu hevalên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”