YPG’ê şervanên Amerîkî Delîl Amerîka yê şehîd ketî bibîr anî

YPG’ê şervanê Amerîkî Jake Klîpsch ( Delîl Amerîka) yê piştî demeke dirêj di berxwedana şoreşa Rojava de têkoşîn kir û şehîd ket, bibîr anî û got: “Bîranîn, jiyan û rastiya têkoşîna hevrêyê me Delîl wê armancên me be.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê, têkildarî şehîdbûna şervanê enternasyonalîst Jake Klîpsch (Delîl Amerîka) yê bi Şoreşa Rojava re berê xwe da herêmê û li navendên mîna Kobanê, Minbic û Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gelek eniyan cihê xwe girt û şer kir, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Şoreşa Rojava, şoreşek ku mînakên wek wê di dîrokê de kêm hene ku ji bo parastina nirxên mirovahî bi ked û hêza xwe pêşketiye. Şoreşa Rojava, şoreşek ku di nava xwe de hebûnek demokratik, exlaqî û polîtîk digre. Şoreşa Rojava organîzmayek ku ne tenê bi rêveberiya gelekî, heman demê de bi rêveberiya her kesê alîgirê demokrasi, şoreşgerî û azadiyê hatiye pêşxistin. Heman demê de bi raya giştî hemû daye pejirandin ku Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriye yê bi hevkariyek dîrokî ya gelên herêmê yên Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û enternasyonalîstan li hemberî dagirkerî û pêkhateyên derveyî mirovahiyê li ser axa pîroz bi biryarek mezin li berxwe dide.

Piştî berxwedana Kobanê ya ku bûyî mirasê mirovahiyê, şoreşgerên enternasyonalîst berê xwe dan Rojava û li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku li mirovahiyê re bûne bela cihê xwe di çeperan de girtin. Yek ji şervanên enternasyonalîst jî Jake Klipsch ê bi nasnav Delîl Amerîka ku li Dewletên Yekgirtiyên Emerîka (DYA) ji dayîk bûyî bû. Hevalê Delîl di serê 2016’an de hat Rojava û 2 meh bi hevalên din yên enternasyonalîst perwerdeya şer, îdeolojîk û teorî ya li dijî DAIŞ û çeteyên din dît. Hevalê Delîl piştî perwerdeya xwe bi dawî kir, cara yekem di pêngava Şedadê û piştre jî li Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Heta ku Minbic hat azadkirin, Hevalê Delîl hemû berpirsyariyên xwe bê kêmasî bicih anî. Herî dawî jî li navenda Raqa yê tevlî hemleya azadiyê bû.

Hevalê Delîl di jiyanê de ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin û mînak dihat dayîn, li gel nêzîkatiyên xwe yên dilnizmî û fedekariyê bi kedkariya xwe dihat nasîn. Xwedî pratîkek ku ji perwerdeyê girtî bû. Kombûna van hemû taybetmendiyên Hevalê Delîl xwe di qada şer de jî nîşan dida. Hevalê Delîl dema ku çeka xwe paqij dikir bi qezayekê şehîd dikeve.

Her çend şahadeta Hevalê Delîl ya di encama qezayek bê şensî be jî, em pir êşandin. Wê tekoşîn û jiyana wî di şoreşê de rêberiyê ji bo me bike. Wê armanc û tekoşîna wî bibe armanca tekoşîna me. Ji bo dereng îlankirina şehadeta Hevalê Delîl em ji malbata wî û gelê xwe lêborîn dixwazin û dibêjin serê malbat û gelê me saxbe.”

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Delîl Amerîka

Nav û Paşnav: Jake Klipsch

Navê Dayikê: Lillian

Navê Bav: Dana

Cihê Jidayikbûnê: Dewletên Yekbûyî yê Amerîka

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa / 5 Çile 2018