YPG’ê nasnameya şervanakî xwe eşkere kir

YPG’ê ragihand ku şervanê wan  Cesûr Til Hemîs di 29’ê Gulanê de di encama krîza dil de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe Cesûr Til Hemîs ku di 29’ê Gulanê li gundê Xatuniyê ya bajarokê Holê di encama krîza dil de şehîd bûbû, ragihand.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Di 29’ê Gulana 2018’an de li gundê Xatuniyê a bajaroka Holê de rêhevalê me Cesur Til Hemîs dema bi erka xwe radibû di encama krîza dil de şehîd bû.

Em serî da sersaxiyê ji malbata şehîd Cesur û tevahî gelê me re dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan de nû dikin.

Rêhevalê me Cesur li bajaroka Til Hemîsê malbatek ku ji eslê xwe Ereb e, hatiye dinê. Piştî rizgarkirina bajarokê Til Hemîsê ji çeteyan, rêhevalê me Cesur cara yekem fikreke ku hemû netewan hembêz dike û jiyaneke hevpar avadike, dinase û barê şoreşê ku dikeve li ser her welatiyekî ku li ser vê axê jiyan dike, radike. Rêheval Cesur heta şehîd bû jî ji bo jiyaneke azad têkoşiya ye û wê bîranînên tekoşîna wê hertim were bibîranîn.”

Nasnameya şervanê YPG’ê yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Cesur Til Hemîs

Nav û Paşnav: Qewmî Ebdulah

Navê Dayikê: Pirteqala

Navê Bav: Mensûr

Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dema Şehadetê: Hol / Xatuniyê / 29’ê Gulana 2018’an