Cenazeyê şervanê YPG’ê Cesûr li Til Hemîsê hate veşartin

Welatiyên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişloyê cenazeyê şervanê YPG’ê Qewmî Mensûr El Ebdûllah (Cesûr Til Hemîs) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Raxib El-Etiya spartin axê.

Bi sedan welatiyên navçeya Til hemîs bi beşdarbûna endamên sazi û rêxistinên sivîl, meclîsa navçeyê û şervanên QSD’ê cenazeyê şervanê YPG’ê Cesûr Til Hemîs ku di 29’ê Gulana 2018’an de di encama krîza dil de şehîd bûbû, bi merasîmekê spartin axê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî li dar xistin. Piştre Fermandarê QSD’ê Hisên Til Hemîs, Endamê Desteya Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê  Îdan El-Efênî û Hevserokê Meclîsa navçeyê Salih El Xelef axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan herêm bi ewlehî û aramî dijî.

Li aliyê din êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û guhertiha demogafiya herêmê ya  li Efrînê hate şermezarkirin.

Piştre cenazeyê şervanê YPG’ê Cesûr Til Hemîs bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tililiyên dayikan li Goristana Şehîd Raxib El Etiya hate veşartin.