YPG’ê nasnameya 9 şehîdên xwe ragihand

YPG’ê nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê  yên di dem û dîrokên cuda yên sala 2015’an de şehîd bûbû eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 9 şervanên YPG û YJPJ’ê yên sala 2015’an di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn eşkere kir.

YPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir: Şerê berxwedanê ya ku em li Rojava û Bakurê Suriyê dimeşînin gelek lehengên mezin afirandiye û şoreşa me bi wate kiriye. Di Her kêliya dîroka şoreşa me de destanên bêhempa hatine avakirin. Yek ji van berxwedanên me ya bêhempa jî di sala 2015’an de şerê li dijî dagirkeriya DAÎŞ’ê bû. Bi şoreşa Rojava û Bakurê Suriyê, bi pêş xistina pergala demokratîk ji bo mîsogerkirina paşeroja gelan, êrîşên hovane jî her tim berdewam kiriye. Li dijî hemû êrîşên hovane zarokên gelê me bi rihê fedayî sekinîn û bi berxwedanê navên xwe di rûpelên lehengiyê de nivîsandin. Ji lewra em nasnameyên 9 şervanên xwe yên ku di şerê berxwedanê ya di sala 2015’an de di cih û demên cuda de gihîştin şehadetê ji gelê xwe û raya giştî re parve dikin.

Em di şexsê 9 hevrêyên xwe de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û bi mînet bibîr tînin, ji malbata wan û gelê xwe re sersaxiyê dizwazin."

Nasnameya şervanên YPG/YPJ’ê yên şehîd bûne wiha ne:



Nasnav: Elîf Amed

Nav û Paşnav: Hêlîn Çetîn

Navê Dayikê: Hayriye

Navê Bav: Selahettîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir Gundê Xêbiş | 9 Adar 2015

***

Nasnav: Herekol Canşêr

Nav û Paşnav: Yilmaz Koner

Navê Dayikê: Meqbule

Navê Bav: Ebdulezîz

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-Hol | 3 Adar 2015
***

Nasnav: Jînda Uzim

Nav û Paşnav: Bedîa Tapar

Navê Dayikê: Hayat

Navê Bav: Îdrîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Hol Gundê Xizela | 4 Adar 2015
***

Nasnav: Laşer Amed

Nav û Paşnav: Mustafa Turgay

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ebdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir | 8 Adar 2015
***

Nasnav: Merwan Botan

Nav û Paşnav: Vedat Kaplan

Navê Dayikê: Husniye

Navê Bav: Îzzet

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-Hol | 9 Adar 2015
***

Nasnav: Mordem Rêber

Nav û Paşnav: Riza Çelîk

Navê Dayikê: Nuriye

Navê Bav: Alî Haydar

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 17 Çile 2015
***

Nasnav: Numan Siyabend

Nav û Paşnav: Samî Bayar

Navê Dayikê: Kubar

Navê Bav: Fehîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Hemîs | 1 Sibat 2015
***

Nasnav: Partîzan Besta

Nav û Paşnav: Sekvan Ayaz

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Silêman

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Hemîs | 1 Sibat 2015
***

Nasnav: Şoreş Malazgirt

Nav û Paşnav: Burhan Dulgere

Navê Dayikê: Kîbar

Navê Bav: Ebddulah

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir Gundê Hefyan | 31 Adar 2015