YPG’ê nasnameya 4 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 4 şervanên ku di navbera dîroka 21-30’ê Çile li DêraZorê şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ragihand. YPG’ê ragihand ku Pêngava Bagera Cizîrê berbi dawiyê ve diçe.

‘PÊNGAV BER BI DAWIYÊ VE DIÇE’

Daxuyaniya li ser malpera fermî ya YPG’ê hatî weşandin, wiha ye;

“Pêngava Bagera Cizîrê a bi armanca rizgarkirina bejahiya Dêrazorê ber bi dawiyê ve diçe. Di pêngavê de tekoşîna ku li hember çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin her tim bi dijwar derbas bû û  îro hebûna çeteyên DAIŞ’ê ya Bakurê Suriyê di rewşeke man û nemanê de ye. Ji bo rizgarkirina gelê Dêrezorê ji zilma çeteyên DAIŞ’ê  û paqijkirina bermahiyên çeteyan yên ji herêmê rêhevalên me  heya dawiyê şer kirin û şehîd bûn, bûne hêviyên rizgarkirkirina tevahî Suriyê ji çete û terorîstan.

‘4 RÊHEVALÊN ME BI LEHENGÎ ŞER KIRIN Û ŞEHÎD BÛN’

Di dawiya meha Çileyê de piştî ku artêşa Tirk a dagirker û grubên terorîst yên girêdayî wê bi armanca dagirkirina herêmê êriş bir  ser Efrînê; çeteyên DAIŞ’ê yê Dêrezorê bi heman awayî êrişên aniye ser çeperên hêzên me. Tevahî êrişên çeteyan hatine şikandin û roj bi roj hebûna çeteyan a herêmê kêm dibe. Di vê çarçoveyê de 4 rêhevalên me di navbera 21-30 Çileyê de, di operasyonên ser çeteyan de û di êrişên çeteyan de yên bi ser çeperên hêzên me de bi lehengî şer kirine û gihîştine asta şehadetê.

Em YPG û YPJ tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza serxistina doza şehîdan careke din dubare dikin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nav û Paşnav: Ednan El Elî

Navê Dayikê: Hiyam

Navê Bav: Heneş

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr Zor / 28 Çile 2018

***

Nav û Paşnav: Nayif Nayif

Navê Dayikê: Werîda

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 21 Çile 2018

***

Nasnav: Şoreş Hesekê

Nav û Paşnav: Xelîl Dawud

Navê Dayikê: Sara

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 21 Çile 2018

***

Nav û Paşnav: Usama El Sehu

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Sehu

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 30 Çile 2018