YPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku li Dêra Zorê şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêra Zorê şehîd bûbûn, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, di dîroka 2’ê Sibata 2018’an  de li Dêre Zorê hêzên me li ser çeteyên DAIŞ’ê operasyon lidarxistibûn. Di encama van operasyonan de 2 rêhevalên me bi lehengî şerkirin û şehîd bûn.

Rêhevalên me Kamuran û Cabir ji herêma Til Hemîsê gundê Xezayê ne. Her du rêhevalên me ku xizmên hev in. Hevaltiya wan ku ji zaroktiyê destpê kir, piştî tevlîbûna nav refên YPG’ê berdewam kirine û heman rojê şehîd bûne jî ev hevaltiya xwe bi bêmirinê re tacîdar kirine. Ji bo rizgarkirina herêmê û avakirina pira di navbera gelan de bi rêhevalên xwe yê Kurd û enternasyonalîstan re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û tevlî karwanên nemiran bûne.

Em weke YPG û YPJ di kesayeta rêheval Kamuran û Cabir de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em dibêjin serê her du malbatê şehîdên me û gelên me sax be. Em soz didin ku tekoşîna şehîdan ji xwe re esas bigrin da ku heya teror û dagirkerî li ser vê axê nemîne û serkeftinê bidest bixin, têbikoşin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Kamûran Xeza

Nav û Paşnav: Semî El Raxîs

Navê Dayikê: Menîfe

Navê Bav: Silêman

Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 2’ê  Sibata 2018’an

***

Nav û Paşnav: Cabir El Raxîs

Navê Dayikê: Xezna

Navê Bav: Ebid

Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 2’ê Sibata 2018’an