YPG'ê 10 şervanên ku 2015'an şehîd bûbûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê agahiyên nasnameyê yên 10 şervanên ku 2015'an şehîd bûne bi bîr anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê wiha ye:

''Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê ji bo paşerojek azad û demokratîk têkoşîneke bêhempa bi lehengî derxistine holê. Ev berxwedaniya dîrokî ya bi heybet, gelê me li ser asta cîhanê bilind kir û da nasîn. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, bi destê çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker her cure êrîş li hemberî destkeftiyên hevbeş yên gelê me hatin pêşxistin û bi tehakûm, polîtîkayên înkar û îmha êrîşên topyekûn domandiye. Li hemberî van êrîşên dagirkeriyê, ciwanên gelê me berê xwe dan têkoşînê û cihê xwe di vê şerê berxwedanê de girtin. Di sala 2015’an de şerê me gihîştibû lutkeya herî jor û şerê me yê berxwedanê li herêmên wekî Til Temir, Hol, Til Hemîs û Hesekê de ku dihat meşandin destan dihatin nivîsandin, bi lehengî û fedakariya 10 rêhevalên me bûn wesîleya ku şoreşa me mezin bibe. Li ser vê bingehê em nasnameyên 10 rêhevalên xwe ku di sala 2015’an de şehîd bûne, ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin.

Nasnameya rêhevalên me yê şehîd wiha ne;

Nasnav: Rojda Oğur Kaymaz

Nav û Paşnav: Rojan Cengîz

Navê Dayikê: Şemse

Navê Bav: Şêxmus

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir Gundê Til Hefyan | 31 Adar 2015

 

Nasnav: Rojîn Gewda

Nav û Paşnav: Vahîde Yecan

Navê Dayikê: Misrî Nesrîn

Navê Bav: Sadun

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 17 Çile 2015

 

Nasnav: Ronî Adar Adıyaman

Nav û Paşnav: Abuzer Beyaz

Navê Dayikê: Zelîha

Navê Bav: Mehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-Hol | 4 Adar 2015

 

Nasnav: Ronî Derwêş

Nav û Paşnav: Yakup Kotan

Navê Dayikê: Menîçe

Navê Bav: Xeyredîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-Hol | 26 Sibat 2015

 

Nasnav: Rûken Serhed

Nav û Paşnav: Azîze Baltan

Navê Dayikê: Kadriye

Navê Bav: Hemîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Til Hemîs | 26 Sibat 2015

 

Nasnav: Şîmal Newroz

Nav û Paşnav: Mizgîn Can

Navê Dayikê: Hezna

Navê Bav: Dawid

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir | 25 Adar 2015

 

Nasnav: Toprak Karayazi

Nav û Paşnav: Zana Karakiş

Navê Dayikê: Nebahat

Navê Bav: Mehmed Seyît

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir | 9 Adar 2015

 

Nasnav: Welat Botan

Nav û Paşnav: Serhet Saçi

Navê Dayikê: Nebahat

Navê Bav: Hediyulah

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir | 8 Adar 2015

 

Nasnav: Xebat Amed

Nav û Paşnav: Ahmet Arzan

Navê Dayikê: Zamîa

Navê Bav: Mehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Til Hemîs | 26 Sibat 2015

 

Nasnav: Xelîl Lewend

Nav û Paşnav: Alî Erdem

Navê Dayikê: Zahîde

Navê Bav: Mehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-Hol | 4 Adar 2015

 

Em di şexsê 10 rêhevalên xwe de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bibîr tînin, ji malbata wan û gelê xwe re sersaxiyê dizwazin.''