YPG: Şervanê me Dilpak Efrîn şehîd bû

YPG’ê nasnameya şervanê bi navê Dilpak Efrîn eşkere kir ku roja 14’ê Kanûnê di encama qezayekî de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya YPG′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Dilpak Efrîn di encama qezayekê de li Helebê şehîd bûye.

Daxuyanî wiha ye:

“Heverêyê me Dilpak Efrîn, ji malbateke welatparêz a ji Efrînê ye û bi tevlîkirina xizmên xwe yên di nav refên şoreşê de jî tê naskirin. Hevrê Dilpak bi wan hestên welatperwerî û bi dilsoziya nirxên şoreşê ve girêdayî dema biryara xwe ya tevlîbûna nava refên me dide, di temenekî ciwan de tevlî dibe da ku ji bo ji êş û azara gelê me yê Efrînê re bibe bersiv. Di warê bîrdozî-leşkerî û naskirina rêxistinê de bû xwedî hewldaneke bêhempa da ku hemû rastî û heqîqeta êşa gelê me nas bike. Yekane xeyal û armanca hevrêyê me Dilpak ew bû ku bi helwesta xwe ya li ser esasê azadiya ax û gelê me, bi taybet rizgarkirina bajarên me yên dagirkirî wek armanca xwe ya herî mezin nîşan da. Heya kêliya xwe ya dawîn bi xwesteka bi gelê xwe re vegere ser axa rizgarkirî ya Efrînê bû.

Şehadeta zû ya hevrê Dilpak ji bo me giran hatibe jî em weke hevrêyên wî diyar dikin ku em ê xeyal û soza şehîdên xwe ya çûyîn û rizgarkirina bajarên xwe yê dagirkirî teqez bi cih bînîn û em ê bibin layiqê hemû şehîdên xwe yên qehreman. Em di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Dilpak Efrîn û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Dilpak Efrîn

Nav û Paşnav: Diyar Sîdo

Navê Dayikê: Hind

Navê Bav: Horîk

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 14 Kanûn 2023