YPG: Şehîd Ekrem heta dawiyê ji bo Kurdistanê kar û xebat da meşandin

Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata şehîd Ekrem Ustek re xwest û got: “Şehîd Ekrem wekî welatparêzekî bi rûmet ji temenê xwe yê ciwantiyê heta roja îro timî ji bo azadiya gelê Kurdistanê kar û xebat da meşandin.“

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî êrîşa bi balafirên bêmirov a biçek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê daxuyaniyek da. YPG’ê êrîş şermerzar kir û got: “Em van êrîşên hovane yên ku mirovên sivîl dike hedef bi tundî şermezar dikin û bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li hemberî van êrîşên dijmirovî xwedî helwest bin.“

‘HEMÛ ZORÎ Û ZEHMETÎ KIRE BINGEHA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ‘

Fermandariya Giştî ya YPG’ê anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bêmirov a biçek du êrîş pêk anî û got: “Îro di saet 09:25`an de li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve du êrîşên bi balafirên bêmirov a biçek pêk hatin. Her du êrîş bi awayekî hemwext hatin kirin. Di wan êrîşan de wesayîtek li ser rêya Helebê û malek sivîlan li navenda bajarê Kobanê hatin hedefgirtin. Di êrîşa ku li navenda Kobanê li ser malekê çêbû de welatparêzê me yê hêja Ekrem Ustek gihîşt asta şehadetê.

Welatparêzê hêja, Şehîd Ekrem sala 1969`an li Şirnexê hatiye dinyayê. Wekî welatparêzekî bi rûmet ji temenê xwe yê ciwan heta kêliya dawî ya jiyana xwe her tim ji bo azadiya gelê Kurdistanê kar û xebat da meşandin. Di vê têkoşîna xwe de gelek bedelên giran da û 13 salan li girtîgehên dewleta Tirkiyê de ma. Lê ji ber tu bedelê ku dayî paşve gav neavêt, her zor û zehmetiyê ku di tekoşîna azadiyê de derket pêşiya wî bi biryardariyeke mezin derbas kir û ev zor û zehmetî kir bingehê bilindkirina têkoşînê.“

‘SÎNOR DERBAS KIR Û XWE GIHAND QADA TÊKOŞÎNÊ‘

YPG‘ê diyar kir ku sînor derbas kir û xwe gihand qada têkoşînê û wiha dom kir: “Şehîd Ekrem di dema berxwedana Kobanê de bi ruhê seferberiyê bersiv da banga Serokatî û tev li berxwedana Kobanê bû. Dema ku şer gihîştibû bajêr, Şehîd Ekrem yek ji wan kesan bû ku sînor derbas kir û xwe gihand qada têkoşînê; li kêleka şervanên azadiyê cih girt. Piştê berxwedana dîrokî ya Kobanê jî li Rojavayê Kurdistanê di kar û xebatên şoreşê de bi awayekî çalak cih girt û kêlî bi kêlî di avakirina şoreşê de bi coş û kelecanek mezin xebat da meşandin”.

‘DEWLETA TIRK A DAGIRKER DIJMINÊ HEMÛ MIROVAHIYÊ YE‘

Di berdewama daxuyaniya xwe de Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide fetisandina xwe ya hundirîn, bi şer binixumîne û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê her roj êrîşên xwe yên dermirovî zêdetir dike û di wan êrîşan de tu qanûn û hiqûqan nas nake. Di wan êrîşên ku gelek caran sivîlan dike hedef de, bi awayekî aşkera derdikeve holê ku dewleta Tirk dijminê hemû gelên heremê ye. Wekî ku di êrîşa dawî de jî derket holê, êrîşên xwe aniye astekê ku di navenda bajar de malên sivîlan dike hedef. Ev rastî jî bi awayekî zelal nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker li hember têkoşîna gelê herêmê bin ketiye û ji derveyî êrîşên dijmirovî tiştek din ku bike nemaye.“

Fermandariya Giştî ya YPG’ê êrîşên li hemberî sivîlan şermezar kir û wiha dawî kir: “ Em van êrîşên hovane yên ku mirovên sivîl dike hedef bi tundî şermezar dikin û bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li hemberî van êrîşên dijmirovî xwedî helwest bin. Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG’ê, di serî de ji malbata hêja ya şehîd Ekrem û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û bi vê mebesta ku soza serkeftinê me daye şehîdên xwe dubare dikin.”