YPG: 6 çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku 6 çeteyên biyanî yên DAÎŞ’ê yên ji Rûsya, Emerîkaya Latîn, Tirkiye, Kanada û Swêdê ji aliyê hêzên wan ve hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî girtina 6 çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPG’ê got; “Di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ ya ku ji alî şervanên QSD’ê ve di bin pêşengtiya yekîneyên me de didome de, li gel pevçûnên dijwar operasyonên ewlehiyê jî tên domandin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de 6 çeteyên ji Rûsya, Emerîkaya Latîn, Elman, Tirkiye, Kanada û Swêd yên ku demek dirêje di nav DAÎŞ’ê de di nav faaliyetên terorê de cîh digirin hatin destgîrkirin.

Agahiyên di derbarê nasnameyên çeteyên ku hatine girtin de wiha ne;

Dmitry Simonov (Abu Isa al-Rusi), Rûsya

Mahmoud Se’id Ateb (Abu Mushab al-Almani), Elmanya

Nicholas Joseph Lee (Abu Yousuf al-Amriki), Emerîkaya Başûr

Emrah Rifat Ozanoglû (Abu Fatima al-Turki), Tirkiye

Abrar Mohammad (Abu Zubair al-Sweidi), Swêd

Hisham al-Arabi (Abu Maryam al-Maghribi), Fas

Di demeke ku bidawîkirina terora DAÎŞ ya ku îro di qadeke pir biçûk de asê maye de, bi operasyonên ewlehiyê, şaneyên veşartî yê ku çeteyan li pey xwe hiştî tên derbkirin. Di vê çarçoveyê de, di derbarê çeteyên ku tên desteserkirin de em ê raya giştî agahdar bikin.”