Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Gulçîn Gever li ser biryara fesixkirina PKK'ê axivî. Gulçîn Gever ev nirxandin kir:
"12’emîn Kongreya PKK’ê di nava şert û mercên awarte de, îro hate lidarxistin. Çawa ku kongreya yekemîn ji bo gelê Kurd, gelên herêmê û gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin bû, bi heman kelecan û hêviyê, bi heman hestan îro Kongreya 12’an a fesixkirina PKK’ê hate lidarxistin. Bê guman her qonax, merheleya dîroka PKK’ê xwedî kelecaneke cuda bû. Lê weke min got çawa di sala 1978’an de dîroka PKK’ê bi kongreya yekemîn re hate destpêkirin kelecan, coş, moral û hêviya pêşeroja gelê Kurd di wê kongreyê de hate avakirin. Di Kongreya 12’an a PKK’ê de ev hêvî di rastiya paradîgmaya Rêber Apo de hîn mezintir bû, hîn zêdetir gerdûnî bû, hîn zêdetir ev xebat û keda 52 salan a Rêber Apo, her wiha di oxira vê rêyê de bi hezaran rêhevalên me yên ku bêteredut, ji bo azadiya civaka Kurd, ji bo azadiya civakên Rojhilata Navîn ked dane, di roja me ya îro de bi fesixkirina PKK’ê re ev ked, paradîgma û fikir tenê di çarçoveya Kurdistanê de nema, bû gerdûnî. Bê guman ev ji bo her kadroyekî PKK’ê kelecan û hêviyeke mezin e. PKK li ser navê nasnameya Kurd, azadiya gelê Kurd, hebûna gelê Kurd û azadiya jinên Kurd derket rê. Lê bi demê re Rêber Apo di warê paradîgma, zanist, felsefe û dîrok de jî bû gerdûnî. Bi fesixkirina PKK’ê re me hemûyan jî ferq kir ku ji bo PKK’ê demeke nû destpê dike. Her wiha bi pêşengiya jinan ji bo tevahî jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn, jinên cîhanê demeke nû destpê dike. Bi guhertina navê PKK’ê re ji bo tevahî gelên herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê qonaxeke nû destpê kir. Wek kadroyên PKK’ê ev pêvajoya hatî destpêkirin, ji bo me mijareke rexnedayînê ye jî. Divê berê em demdirêj derbasî qonaxeke bi vî rengî biban, lê belê gelek şert û merc, rastiya dijmin û weke tevgera PKK’ê gelek rastiyên me jî nehiştin ku em di dema xwe de derbasî qonaxeke bi vî rengî bibin. Her hevalên beşdarî kongreyê bûn, bi rastî jî di asta herî jor de û bi îdîa ev pêvajo pêşwazîkirin, bi rexnedayîneke xurt pêşwazîkirin. Her wiha ji bo em di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de li Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê di warê civakek demokrat, azad û wekhev de pêşengtiyê bikin, her hevalek xwedî hêvî û moral e.
Pîvan, esas û armancên PKK’ê, wê ji vir û şûnde, bi awayek mezin li gorî wateya xwe jinûve bibe ayîdê gelan û jinan. Ji ber ku me di dema xwe de gotinên Rêber Apo fêm nekir û me di vê astê de pêşengiya vê nekir, bê guman ev ji bo me mijara rexnedayînê ye. Nûjentiya fikrê Rêber Apo di mirovan de kelecantiyê çêdike. Em xwedî îdîa ne ku di qonaxa pêş de ji bo civakek exlaqî, wekhev, demokrat di asta herî jor de erkên xwe pêk bînin. Bê guman ev pêvajo wisa pir hêsan derneket pêş. Zêdeyî 45 hezar berdêl ji bo gihiştina rojên bi vî rengî, hatin dayîn. Ev kongre di çarçoveya bîranîna şehîdan de hate lidarxistin. Bi wesîleya vê kongreyê em di şexsê heval Fuat û Riza de hemû şehîdên doza azadiyê, bi bîr tînin û li hemberî fedekariya wan bejna xwe ditewînin.
Her wiha weke jin di serî de em deyndarê Rêber Apo ne. Ji bo berdêl û keda hatî dayîn jî bê guman em deyndarê Rêbertiya xwe ne. Ji dil û can di serî de em vê rojê li Rêbertî, tevahî gelê xwe û rêhevalên xwe pîroz dikin. Fesixkirina navê PKK’ê wê bibe wesîle ku em di asta herî jor de erkên xwe pêk bînin, ji bo azadiya civakê têbikoşin. Li ser vî esasî em vê kongreyê li hemû hevalan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin û ji bo her kesê serketinê dixwazin."