Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongreya Star, 8’ê Adarê silav kirin
Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê bi boneya 8’ê Adarê çalakî li dar xist. Kongra Star jî ji bo herêmên dagirkirî banga bilindkirina têkoşînê kir.
Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê bi boneya 8’ê Adarê çalakî li dar xist. Kongra Star jî ji bo herêmên dagirkirî banga bilindkirina têkoşînê kir.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Kampa Serêkaniyê lîstikek a şanoyê nîşan dan.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Leyla Hisên diyar kir ku şanoya bi navê "Viyan û Nûjiyan" li ser navê her du endamên Yekitiya Jinên Ciwan ku di 25'ê Kanûna sala borî de tevî 4 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûne û anî ziman ku ev şano diyarî her du şehîdan kirine.
Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de Kongra Star a kampa Serêkaniyê ya kantona Hesekê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî li pêşiya navenda Hêzên Parastina Civakî ya kampa Serêkaniyê ji aliyê rêvebereke Kongra Star a kampê Cîhan Mihemed ve bi beşdariya dehan jin û mêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî, hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di dîrokê de reftarên rast û çewt ên mirovan hatin nivîsîn, di 8'ê Adarê de jinan di warê siyasî, civakî, aborî û leşkerî de li dijî her cure koletî û mêtingeriyê dîrok nivîsand.
8'ê Adarê rastiya jina azad îfade dike, ji ber ku tu civak bê zext û zordariya li ser jinê û kolekirina ruh û bedena wê bi hemû rêbazên mêtingerî û dagirkeriyê nayên çewisandin, ji ber vê yekê azadiya jin, civak û gel hev du temam dikin."
Di daxuyaniyê de li ser sûcên li dijî jinên Êzidî û êrîşên li ser Rojava hate destnîşankirin ku armanca wan şikandina vîna jinan û sînordarkirina rola wan e. Her wiha hate piştrastkirin ku berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû planên dewleta Tirk pûç kirine.
Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku li hemberî hemû siyasetên li dijî wan serî hildin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya fîzîkî dakevin qadan û asta têkoşînê bilind bikin.