Li Arjantînê piştgiriya bi pêngava azadiyê re
Di kongreya Pêkhateya Bîr, Heqîqet û Edaletê de ku dawiya hefteyê li Buenos Airesê hate lidarxistin, şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd tê meşandin hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin.
Di kongreya Pêkhateya Bîr, Heqîqet û Edaletê de ku dawiya hefteyê li Buenos Airesê hate lidarxistin, şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd tê meşandin hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin.
Beşdarên kongreya Encuentro Memoria Verdad y Justicia (Pêkhateya Bîr, Heqîqet û Edalet) diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo wê hîn bêhtir hewl bidin.
Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku 13'ê Mijdarê li paytexta Arjantîn Buenos Airesê destpê kir, bi tevlîbûneke xurt dewam dike. Ji 18 welatên Abya Yalayê (Arjantîn, Meksîka, Kolombiya, Ûrûgûay, Ekvator, Şîlî, Venezûela, Brezîlya, Bolîvya, Paragûay, Costa Rîca, Perû, Pûerto Rîco, El Salvador, Komara Domînîk, Gûatemala, Haîtî, Panama) zêdeyî 400 rêxistin tevlî bûn. Ji parzemînên din ên cîhanê jî 20 îmze hatin komkirin. Kampanya îmzeyan a li parzemînê wê 6'ê Kanûnê bi çalakiyek li Parlamenta Arjantînê bi dawî bibe. Rêxistinên civakî yên sivîl piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê nîşan didin.
BIRYARA HEVPAR A KONGREYÊ
Dawiya hefteyê li Buenos Airesê kongreya salane ya Encuentro Memoria Verdad y Justicia (Pêkhateya Bîr, Heqîqet û Edaletê) hate lidarxistin. Pêkhateya Bîr, Heqîqet û Edaletê ku di bin sîwana wê de zêdeyî 100 sazî hene, ku partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan jî di nav de ne, ji bo qirkirina di dema dîktatoriyê de neyê jibîrkirin û sûcdar bêne darizandin di sala 1996'an de ava bû. Nêrîna hevpar a kongreyê, şermezarkirina şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd tê meşandin bû. Her wiha daxwaza azadiya Rêber Apo jî hate kirin. Ev nêrîn di encamnameyê de jî hate ragihandin.
Hin ji nûnerên li kongreyê nêrîna xwe bi vî rengî anîn ziman:
RUHEKÎ MEZIN Ê PIŞTEVANIYÊ
Ji serokên berê yên Partiya Gel a Karker a Arjantînê Elena Nono anî ziman ku weke partî ew daxwaza azadiya Rêber Apo dikin û bal kişand ser bûyerên li Bakurê Kurdistanê diqewime. Elena Nono diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan her roj hîn bêhtir polîtîkayeke tund, faşîst û li dijî mirovahiyê li hemberî gelê Kurd dimeşîne û got, "Em piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan dikin. Li gorî me, vê kampanyayê hêzeke mezin bi xwe re aniye. Bi vê kampanyayê re ruhekî mezin ê piştevaniyê hate afirandin. Em ê di asta herî bilind de piştevaniya xwe ji bo azadiya Ocalan nîşan bidin."
EM BI SÛCÊN DEWLETA TIRK ZANIN
Ji Sekreteriya Giştî ya Meclîsa Daîmî ya Mafên Mirovan Marielena Nadeo destnîşan kir ku di heman demê de weke Dayikên Plazo De Mayo piştgiriyê didin vê kampanyayê û got, "Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke nû nîne; em zanin ku di nava şert û mercên giran de û di nava şerekî qirêj de gelê Kurd berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Em zanin ku dewleta Tirk gelek sûcan dike. Ji bo berxwedana gelê Kurd bi taybetî berxwedana jinên Kurd divê em hêza xwe bi du qatî zêde bikin û bi berfirehkirina vê kampanyayê re dengê xwe bilind bikin. Ji bo azadiya demokratîk a gelê Kurd û lîderê gelê Kurd divê em piştevaniya xwe mezin bikin."
EM NE TENÊ ÎMZEYÊ DIAVÊJIN BINÊ KAMPANYAYÊ
Dîrektora Mafên Mirovan a TA/Autonoma Nacional Maria Jose Kano bi bîr xist ku ew ji pêşengên kampanyayê ne û got, "Ji her goşeya welatê xwe ji bo sazî xwedî li vê kampanyayê derkevin em bi berpirsyarî radibin. Em ne tenê îmzeyê diavêjin binê vê kampanyayê, di heman demê de weke parçeyek ji vê kampanyayê û rêveberên vê kampanyayê li dijî şerê qirêj em piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd careke din nîşan didin. Bi vî rengî em dikarin zexteke navneteweyî bikin û bikin ku Ocalan azad bibe."
TÊKOŞÎNEKE BI RENGEKÎ XURT
Ji endamên Panelos En Rebeldia ve Feministas Abya Yala Mirta Israili jî got, "Girtîhiştina Ocalan nêzîkatiyeke polîtîk e. Em jî bi têkoşîneke bi rengekî xurt dixwazin Ocalan azad bibe. Di heman demê de em xweseriyê ji bo gelê Kurd dixwazin. Ji Arjantînê em ê vê têkoşînê li gel hevrêyên xwe yên Kurd bimeşînin."