'Yekîtiya gelên herêmê yekane rêya çareseriyê ye'

Berdevka Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê diyar kir ku rejîmê 9 salan gaveke erênî neda gavên Rêveberiya Xweser û got, "Li Sûriyeyê yekane rêya çareseriyê, yekîtiya gelên herêmê ye."

Berdevka Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê qanûnên Sezar, bandora encamên wê li herêmê û tevdîrên rêveberiya xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî krîza aboriyê nirxand. Emîne Osê diyar kir ku eger nêta erênî ya rejîma Sûriyeyê ya ji bo çareserkirina vê krîzê hebe, ew dikarin bi hev re vê pêvajoyê li pey xwe bihêlin û got, "9 salan rejîma Sûriyeyê di nêzîkatiya xwe ya siyasî de ji bo çareseriyê gavek neavêt. Ya rast ji her aliyan ve jî nêteke ji bo çareseriyê nîne.

Ne yên ku xwe weke mûxalefetê bi nav dikin, lê nikarin feraseta Baas ji ser xwe biavêjin, ne jî rejîma Baasê ku hîn jî li pey wê yekê ye ku bi şer karibe xaka Sûriyeyê bi temamî kontrol bike, ji bo çareseriyê helwesteke erênî nîşan nedane. Lewma pêkanînên aboriyê yên ku navê Qanûna Sezar lê hatiye kirin, ji bo wê yekê ye ku bêhnê bîne ber mûxalefetê, enerjiyê bide wan. Lê belê divê ev yek were gotin, ev Qanûna Sezar ku tê gotin ku ji bo tengavkirina rejîma Sûriyeyê ketiye meriyetê wê bandorê li tevahiya herêmê bike.

Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî wê bikeve bin bandora vê yekê. Ji ber ku deriyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hemû girtî ne. Deriyên Iraq û Tirkiyeyê girtî ne. Wê bandor li têkiliyên bazirganiyê yên bi herêmên rejîmê re jî bike û bi vî rengî têkilî wê qut bibe. 7-8 sal in bi derfetên kêm em hewl didin gelê xwe îdare bikin. Rêveberiya Xweser ji bo tevdîran dest bi nîqaşan kiriye. Komîteyeke krîzê hate avakirin ku vê rewşê îdare bike. Em ê hewl bidin tevî gelê xwe ji vê pêvajoyê rizgar bibin."

'GELÊ HERÊMÊ WÊ BIBE QURBANÊ VAN QANÛNAN'

Emîne Osê destnîşan kir, ku eger rejîma Sûriyeyê ji bo çareseriyê gaveke erênî neavêje wê pêvajoyeke metirsîdar û kaosê derkeve pêşberî Sûriyeyê û got, "Ev pêkanîn tevî ku tê gotin ji bo tawîzwergirtina ji rejîmê tên kirin jî, armanca xwe ya bingehîn hevalbendên stratejîk ên rejîmê ye, hedefa xwe ew qada heyî ya biryardana siyasî ye." Osê bal kişand ser hêzên navneteweyî yên li herêmê û got, "Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hêz hene. Koalîsyona navneteweyî heye, Amerîka heye, lê belê yê ku niha biryara stratejîk a siyasî werdigire û aboriya Sûriyeyê di destê wê de ye Rûsya ye.

Gelê herêmê wê careke din bibe qurbanê nakokiya navbera van hêzan. Nêzîkatiya rejîma Sûriyeyê ku di neavêtina gava ji bo çareseriyê de israr dike, di diyalog û helwesta xwe de cidî nîne, wê bibe sedem ku bikeve rêyeke metirsîdar. Ya wê bi rêya diyalogê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêbaza demokratîk çareser bike, yan jî wê bikeve ser rêyeke metirsîdar. Ev rewş wê bi xwe re parçebûna Sûriyeyê bîne, wê bibe sedem ku kaos mezintir bibe. Em; nûnerên siyasî yên gelên Sûriyeyê bi salane hewl didin ku krîza Sûriyeyê bi hev re çareser bikin. Pêwîstî bi ewqasî destwerdan û krîzê tune bû.

Nêta ti hêzeke li vê xakê nîne ku pirsgirêkê çareser bike. Ji ber ku ev krîz xizmetê ji berjewendiyên wan re dike. Lê belê rejîma Sûriyeyê ti carî bersiveke erênî neda gavên me. Dibe ku dema bi qanûna Sezar re bêhn lê çikand û ji bilî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê alternatîfeke xwe nema, hingî dibe ku gavê biavêje. Eger rejîma Sûriyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkê rêya diyalogê hilbijêre, hingî em dikarin çareseriyeke hevpar nîqaş bikin. Sîstema demokratîk a hevpar a bê avakirin û parastina yekparebûna xaka Sûriyeyê dikarin nîqaş bikin. Em hingî dikarin li dijî qadên dagirkirî helwesteke hevpar nîşan bidin. Mîna Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê. Wê pêwîstiya Sûriyeyê bi hêzên derve re nemîne. Bêguman eger nêta rejîma Sûriyeyê hebe. Lê belê heta niha nêteke xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêkê nebû."

'LI DIJÎ SIYASETA DEWLETA TIRK DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN'

Emîne Osê diyar kirin ku hêzên navneteweyî divê plan û projeyên xwe yên sed salî di ber çavan re derbas bikin û destnîşan kir ku faktora bingehîn a çareseriya pirsgirêkên li herêmê pirsgirêka Kurd e. Osê diyar kir ku dema pirsgirêka Kurd çareser bû wê Rojhilata Navîn aram bibe û got, "Divê gelên din jî bi berpirsyarî nêzî pirsgirêka Kurd bibin. Divê ev yek ne tenê weke pirsgirêka Kurd bê dîtin, ku ev neyê kirin wê di sedsala 21'ê de jî pirsgirêk çareser nebe û kûrtir bibe. Her kesên di bin sîwana rêveberiya xweser de dixebitin bêguman bi vê hestiyarî û berpirsyariyê tevdigerin.

Çarenûsa gelan bi hev ve girêdayî ye. Bila kes xwe nexapîne ku li ser komkujiya gelekî dikare hebûna xwe bidomîne. Bila kes di vê mijarê de xwe nexapîne. Eger îro ez bim, sibe jî tu ye. Bila kes bi siyaseta dewleta Tirk nexape. Em dibînin ku dewleta Tirk li herêmên Ereban jî tevî çeteyên xwe dagirkerî û talanê dike. Her wiha li herêmên Suryanî û Ermenan sûcên li dijî mirovahiyê dike. Di vir de çarenûsa me yek e. Li dijî dagirkerî û êrişên talankirinê em ê yekîtiya xwe biparêzin. Li dijî siyaseta AKP û dewleta Tirk divê em bi hev re têbikoşin."