Yekîneyên Antî-terorê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê operasyonek pêk anî

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku Yekîneyên Antî-Teror di navbera 11-17’ê Gulanê de li Dêra Zorê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê oprasyonek pêk anîne.

QSD’ê li ser operasyonê agahî da û ev got: “Yekîneyên Antî-Terorê di navbera 11-17’ê Gulanê de li dijî şaneyên DAÎŞ’ê yên li herêma Dêra Zorê operasyonek pêk anîne.

Di operasyona li bajarokê Bûsêra pêk hat de, di şerê çeteyên DAÎŞ’ê da destpêkirin de 2 çete hatin kuştin, çeteyekê jî bombeya li ser xwe teqand. Di operasyonê de 4 çete bi saxî hatin girtin û rêjeyek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.

Di operasyona li bajarokkê Daşîşayê hate kirin de jî çeteyekî ku ji Tirkiyeyê hatibû herêmê bombeya li ser xwe teqand. Di vê opersyonê de jî rêjeyek çek û cebilxane û dîsa telefonên destan hatin desteserkirin.

Di operasyon li bajarokê Şihêlê de jî, di şerê qewimî de çeteyk hate kuştin, 3 çete jî bi sax hatin girtin. Her wiha di operasyonê de çeteyekî jî bombeya li ser xwe teqand. Di operasyon li vir jî rêjeyek çek û ciebilxane hatin desteserkirin."