Yekîneyên Antî-Teror a QSD’ê li Dêra Zorê şaneyeke DAÎŞ’ê girt

QSD‘ê ragihand ku li herêma Kesrata ya Dêra Zorê di operasyoneke YAT‘ê de 3 çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin û rêjeyek teqemenî û alavên din hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîsîk ku li ser malpera xwe ya fermî parve kiriye, ragihand ku Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) 16‘ê Gulanê operasyonek li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ‘ê lidar xist. QSD‘ê diyar kir ku bi operasyonê rê li ber êrîşên bombeyî hate girtin.

Li ser operasyonê QSD’ê ev agahî parve kir:

"Roja 17‘ê Gulanê li herêma Dêra Zor li ser rêya Kesrata, ji aliyê Yekineyên Antî-Teror ve operasyonek taybet li hemberî şaneyekî sabotajê ya DAÎŞ‘ê ku di nav amadekariyên êrîşê de bûn, hat lidarxistin. Di encama vê operasyonê de çeteyên bi navê Mihemed Hemed EL- Selam (Ebû Brahîm El Xalaf), Evdilbakî Eqla El-Casim (Ebû Emîr) û Îbrahîm Hilû El Îbrahî (Ebû Xelîl) hatin girtin.

Her wiha di operasyonê de; 10 mayîn, 1 motor (ji bo teqandinê amadekirî), 1 AK-47, 16 funye, 35 telefon, 27 destikê biçuk, 10 kilo TNT, 200 metre qablo, 2 dûrbîn, 1 wesayîteke bombebarkirî û gelek amûrên sabotajê hatin desteserkirin. Wesayîta ku hat girtin ji bo êrîşeke berfireh hatibû amadekirin. Bi vê operasyonê ve pêşiya vê êrîşê hate girtin.

Li gorî îfadeyên serokê şanayê Ebû Îbrahîm; ew fermanan ji çeteyek ku niha di Serêkaniyê de ye digirtin û amadekarî dikirin ku di cejna Remezanê de li gelek cihan bi çalakiyên sabotajê sivîlan hedef bigirin. "