Xwendekarên Efrînê komkujiya Til Rifatê şermezar kirin

Xwendekar û mamosteyên Efrînê yên ku li navçeya Til Rifatê bi cih bûne bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifatê şermezar kirin.

Xwendekar û mamosteyên Efrînê yên ku li navçeya Til Rifatê bi cih bûne bidaxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifat a Şehbayê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

‘LI HER DERÊ ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKIN’

“Êşa Helebçe, şewata sînemya Amûdê, qêrînên jinên Şengal, Koban, Efrîn, Serêkaniyê û niha jî komkûjiya dij mirovane, xwe li Til Rifeta berxwedêr dubere dike û dikeve nav rêza komkûjiyên êş, şîn û talakeran a li dijî mirovên azadî xwaz her roj xetertir dibe. Dewletên kapîtalîst destwerdanên xwe li Rojhilata navîn, bi taybet Rojava Kurdistanê, zêde dike. Li her devereke Kurd lê dijîn, êrîşên ku xwe dispêrin dîroka Osmanyan ya mafxwarin û rijandina xwîna sivîlan. Topbaranên balafiran, tank û topên dijminên mirovatiyê li ser Efrîn, Koban, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû beşên ku lê gel bi mafên xwe bang dikin. Vê rastiyê dagirkeriyê, piştrast dike.

Herî dawî ev topbarana kujeran li ser Til Rifeta birîndar, bû sedema şehîdbûna 10 sivîlan ku 8 ji wan zarok in. Ev komkûjî qê deqek reş li ser rûyê dagirkeran bimîne. Wê çarenûs û xewnên zarokên me, wê kiryarên sûcdar ên kujarên zarokan û rê nadin sivîl rehet bijîn, lenet bike.

BANG

Ji bo hemû rêxistin û saziyên navnetewî, bi taybet UNICEF, her wiha çiqas rêxistinên bi navê mirovatiyê û parastina mafê zarokan bang dikin; ka hûn ê li hembarî van êrîş û komkûjiyên bi ser gelê sivîl û zarokên hîna xwena lîstina rojekê bi aştî li ser axa xwe bilîzin, çi tedbîran bigirin. Çawa hûnê destwerdanên bê rewa li hember zarokî ku ji axa xwe koçber bûye ji ber tank û topên Erdoganê hatine qetilkirin hesab bidin.

‘LI DIJÎ KOMKÛJIYÊN ERDOGAN RAWESTIN’

Em bi navê hemû mamoste û xwendekarên Herêma Efrînê, vê komkûjiya ne rewa, hov û dijmirovî, şermezar dikin, û bangawaziya lêpirsînekê cidî dikin ku van êrîşên ne exlaqî, bi ser me de tên, rewastînin û li hember çavbirçîtî û çavsoriya Erdoganê xwînmijê zarokan bisekinin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Til Rifatê bi dawî kirin.