Li Efrînê 35 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Li dijî hêzên dagirker ên Tirk ku li navenda Efrînê dest bi talanê kirine çalakiyek hate kirin. Di encamê de 35 leşker û çete hatin kuştin.
Li dijî hêzên dagirker ên Tirk ku li navenda Efrînê dest bi talanê kirine çalakiyek hate kirin. Di encamê de 35 leşker û çete hatin kuştin.
Şervanên YPG/YPJ'ê li taxa Mehmûdiye ya navenda bajarê Efrînê li dijî leşker û çeteyên Tirk ên dagirker çalakiyek kirin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di encama vê çalakiyê de 35 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.
Payebilindê artêşa Tirk ê li Efrînê Yarbay Mithat Dunca jî duh li Efrînê hatibû kuştin.