Li Efrînê êrîşên qirkirinê: Bi sedan sivîlên din hatin kuştin

Dewleta Tirk a hov, bi rengekî bê navber li Efrînê komkujiyan dike. Li Cindirêsê di êrîşa hewayî ya duh de bi sedan sivîl hatin kuştin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina gelê Kurd di roja 58'an de gihîşte bajêr. Ji ber bomberdûmana ji bejahî û hewayî bi sedan sivîl hatin kuştin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI KONVOYA JI 300 KESÎ BARANDIN: BI SEDAN KES HATIN KUŞTIN

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, balafirên şer ên Tirk duh bombe li konvoya sivîlan a ku vedigeruha herêma Cindirêsê barandin. Tê gotin, piraniya mirovên di vê konvoyê de jiyana xwe ji dest dane.

Wekî din, li navenda bajarê Efrînê ji ber bomberdûmanê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê ji ber ku xetên telefon û înternetê hatine birîn, agahiyên zelal nayên bidestxistin. Tê gotin gelek sivîl ji aliyê hêzên dagirker ve hatine revandin an jî kuştin.

DU SIVÎL BI HOVANE HATIN KUŞTIN

Li gorî agahiyan, hêzên dagirker ên Tirk li navenda Efrînê serê du sivîlan jê kirine.

Bi êrîşên du rojên dawî re hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin 500 derbas kir.