BI DÎMEN

Xelkê Qamişloyê ji bo DEM Partiyê daket qadan

Gelê bajarê Qamişlo ji bo serketina DEM Partiyê daket qadan û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe her mezin bikin.

Di hilbijartinên xwecihî de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê yên DEM Partiyê bi ferqeke mezin bi ser ketin.  Lê belê desthilatdariya AKP û MHP’ê hewl dide ku îradeya gelê Kurd xesp bike. Gelê Qamişloyê ji bo piştgiriya serkeftina DEM Partiyê ya di hilbijartinên xwecihî de û ji bo şermezarkirina desteserkirina îradeya gelê Wanê daketin qadan.

Meşê li  Çarxerêya Sonî ya dest pê kir û ji wir heya Şaredariya Gel a Qamişloyê bi diruşmeyen; ‘Bijî Berxwedana Bakur’ û ‘Bijî Berxwedana Wanê’  dewamkir. Beşdarvan piştre li pêşiya binaya Şaredariyê Gel kom bûn û meş veguherî mitîngê û  çalakiyê de ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin. 

Piştre li ser navê Şaredariya Gel a Qamişloyê Emel Şemdîn axivî û bal kişand ser berxwedana gelê Bakur wiha got: “Li ser navê Şaredariya Gel a Qamişloyê em serkeftina gelê Bakur pîroz dikin.  Her wiha em bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku ev polîtîkayên neqanûnî yên li ser gelê Kurd tê meşandin, bibînin û li ber bisekinin.” 

Meş bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Wanê’ bi dawî bû.