Xebatkarên Şaredariya Şihêl a Dêra Zorê hate kuştin

Ji xebatkarên Şaredariya Bajarokê Şihêl ê Dêra Zorê Hemûd El Mûstefa ku berî 2 rojan winda bûbû, îro cenazeyê wî hate dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî lêkolînê Xebatkarê Şaredariya Gel a bajarokê Şihêl Hemûd El-Mustefa kuştî dîtin.

Hemûd El-Mustefa roja Yekşemê dema ji bo tedawiyê diçû nexweşxaneya bajarok agahî jê qut bûn. Îro li bajarokê Riz ê gundewarê rojhilatê Dêra Zorê hate dîtin ku bi guleya li serê wî hatî xistin kuştî hate dîtin.

Duh jî 4 çekdar ku rûyê xwe veşartibûn êrîşî Şaredariya Teyana ya gundewarê Dêra Zorê kirin û Hevşaredar Sekat Ebû Eymen qetil kirin û reviyan. Çeteyên DAÎŞ‘ê ev sûc girtin ser xwe.