Xaziyên Herêma Firatê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi pêşengiya Xaziyên Şer ên Herêma Firatê, ji bo silavkirina şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û piştgiriya bi berxwedana Şengalê re li Kobanê meşek hate lidarxistin.

Ji bo silavkirina şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û piştgiriya bi berxwedana Şengalê re, bi pêşengiya Xaziyên Şer ên herêma Firatê girseya gel li Qada Şehîd Egîd a Kobanê li hev civiya.

Girseya gel bi dirûşmên "Bimire xiyanet", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî berxwedana Şengalê" û bi pankarta bi nivîsa "Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî, faşîzm û xiyaneta PDK'ê têk bibin" meşiya.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin hildan.

Di dawiya meşê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek hate rêzgirtin û piştre Cîgirê Hevserokatiya Xaziyên Şer Ebdulqadî Remî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser çiyayên Kurdistanê hatin şermezarkirin û hate gotin, "Divê Kurd hemû li dijî dagirkerî û qirkeriyê bibin yek û helwestekê nîşan bidin."

Her wiha işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re hate kirin û hate gotin, "Mala Barzanî dest dide dewleta Tirk ku ji bo îradeya Kurdan bişikîne. Dewleta Tirk tevî mala Barzanî dest didin hikumeta Kazimî ji bo li Şengalê şerekî nû destpê bike û komkujiyeke din bînin serê civaka Êzidî."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku divê hikumeta Kazimî Xweseriya Şengalê nas bike û hate gotin, "Divê her gel karibe xwe biparêze û bi rê ve bibe. Em ji bo yekîtî, aştî û aramiyê bang dikin."