Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, nîqaşên li ser pêvajoyê dewam dikin. Gava destpêkê ya ji bo rêveçûna pêvajoyê divê bê avêtin, sererastkirina ‘mafê hêviyê’ ye. Lê belê dewleta Tirk di vê mijarê de hîn gaveke şênber neavêtiye.
Nûnerê Amedê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) parêzer Mûrat Aba li ser ‘mafê hêviyê’ ji ANF’ê re axivî û got, “Di bingeha mafê hêviyê de çi hebû? Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li hemberî Îngilistanê hebû. Mafê hêviyê destnîşan dike ku kesekî cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatiye birîn eger bêyî hêviya berdanê girtî bimîne, ev yek tê wateya binpêkirina kiryara li dijî mirovahiyê û êşkenceyê. Her wiha diyar dike ku ceza divê heta mirinê nebe.
Komîteya Wezîran jî têkildarî vê yekê demek da Tirkiyeyê û hindik maye ku ev dem tijî bibe. Mixabin Tirkiyeyê hîn jî di vê der barê de gavek neavêtiye. Ya rast Tirkiye di nava saziyên navneteweyî de ye. Em girêdayî DMME’yê ye, hem jî endamê Neteweyên Yekbûyî ye. Divê Tirkiye bi lez û beriya bisekine vê biryarê werbigire û ‘mafê hêviyê’ nas bike. Lê belê mixabin Tirkiye hewl dide niha vê yekê dereng bixîne.”
‘TIRKIYE JI PÊWÎSTIYÊN CIVAKA DEMOKRATÎK DÛR DIKEVE’
Aba diyar kir ku Tirkiye demeke dirêj ji pêwîstiyên civaka demokratîk û cîhana demokratîk dûr dikeve û got, “Têkildarî vê rewşê di 26’ê Hezîranê Roja Piştevaniya Mexdûrên Êşkenceyê de li ser kiryarên xerab û êşkenceyê me gelek dane parve kir. Tirkiye xwedî pirsgirêkeke bi vî rengî ya bingehîn e: Hewl dide hemû pirsgirêkan binixumîne, hewl nade çareser bike.
Dema ku em bala xwe didin ser, sazî û rayedarên li Tirkiyeyê pêvajoya ku Devlet Bahçelî da destpêkirin fêhm nekirine. Halbûkî ‘mafê hêviyê’ mafekî herî bingehîn e. Li hemberî qedexeya êşkenceyê mafek e, lê belê Tirkiye her tim hewl dide vê dehf bide.
Mixabin Tirkiye veguherî welatekî welê ku meylên otorîterbûyînê nîşan dide. Bi çavê ewlekariyê li her tiştê dinihêre û hewl dide pirsgirêkan binixumîne.”
Mûrat Aba destnîşan kir ku mafê hêviyê di heman demê de mafekî jiyanê ye û got, “Tirkiye mixabin demeke dirêj de di navenda şer de ye. Ev yek aştiya navxweyî û aramiya li Tirkiyeyê xera dike. Li pêşiya me careke din pêvajoyeke aştiyê heye. Naskirina mafê hêviyê û avêtina gavê ya ji bo vê, wê baweriya mirovan a li vê pêvajoyê zêde bike.
Heta niha li Tirkiyeyê ji bo çareseriyê gaveke xurt neavêtiye. Gavê têkildarî mafê hêviyê bê avêtin wê pêvajoya çareseriyê xurt bike. Heta ku ev gav neyê avêtin wê pêvajo kêm bimîne. Naskirina mafê hêviyê ji bo aştiya civakê wê bibe gaveke girîng.”