Welatiyên Rojava li dijî dewleta Tirk li qadan bûn

Bi hezaran kes li gelek bajarên Rojava li dijî dagirkeriya Tirk li kolanan peyamên berxwedanê dan.

Îro bi hezeran şêniyên navçeyên Çilaxa, Tirbespiyê, Til Koçer û Til Birakê yên kantona Qamişloyê, her wiha navçeya Til Temir a kantona Hesekê û kantona Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk daketin qadan. Şêniyan bang li partî û gel kir ku xetereya projeyên Tirkiyê nas bikin, li hember faşîzma ku gefan li gelê Kurd û çanda wî dixe û di zûtirîn demê de yekitiya kurdî ava bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser qezaya Şengalê, kampa Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê, daketin qadan.

Di meşê de pankartên "Faşîsma Tirk xetereya li ser ewlehiya cîhanê ye", "Em ê bi hev re li hember terorê bisekinin", "Na ji bêdengiya navneteweyî têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan" hatin hildan.

Meş ji sûka navenda navçeyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, kampa Mexmûr û qezaya Şengalê hatin berzkirin. Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bêdengiya xwe der barê hovîtiya artêşa Tirk a li ser Kurdistanê de derkeve.

Meş li navenda navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê pêkhateyên herêmê Abdulselam Ebas axivî û destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê yên dawîn ne ji xwe ve ne, têne wateya ku siyaseeta qirkirin û komkujiyên wê berdewam in û wiha pê de çû: "Êriş di roja salvegera komkujiya Sêfo de ku ji aliyê kalikên Erdogan ve li dijî gelên Suryan, Kildan û Asûrî hate kirin, pêk hat."

Abdulselam Ebas bang Ii civaka navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk îro hewl dide serdema osmanî vejîn bike. Tişta ku osmaniyan di dagirkirina herêmê de bi serê me de anî em hemû baş nas dikin. Li dijî pêkhteyên herêmê sûcên herî qirêj pêk anî. Ji be wê jî em ji cîhanê re dibêjin em vê yekê careke din qebûl nakin."

TIBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo jî bi sedan şêniyan meşek li dar xist.

Meş ji navenda Kongreya Star a navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ên li Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê hatin hildan.

Meş ber bi navenda ciwanên şoreşger ên Sûriyê ve çû. Di meşê de dirûşmeyên xurtkirina têkoşînê li hember dagirkeriya Tirk û dirûşmeyên banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenda ciwana veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Silêman Ereb diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên dawîn de hewldanên ji bo avakirina yekîtya kurdî asteng dike û ev tişt bilêv kir: "Em derfetê nadin dagirkeran ku hewldanên yekîtya kurdî asteng bike."

Silêman Ereb destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû zagon û pîvanên navnetewî binpê kir û hebûna kurdî dike hedef.

TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçer ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî sivîlan, topbarana li ser Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê meşek li dar xist.

Meş ji navenda navçeyê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser gelê Kurd li Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê, şermezarkirian bê dengiya navnetewî der barê êrişên dewleta Tirk de hatin hildan. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina Erdoganê faşîst hatin berzkirin.

Meş li sûka navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê meclisa malbatên şehîdan, meclisa navçeya Til Koçer, Kongreya Star, hêzên Ewlekariya Hundrîn û saziyên navçeyê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat gotin dewleta Tirk a dagirker sivîlan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û kampa Mexmûrê dike hedef û armanc wê ji vê yekê berdewamiya dagirkirina Osmanî ye.

Her wiha di axaftinan de banga yekitiya kurdî hat kirin.

TIL TEMIR

PYD’ê bi hevkariya bi Kongreya Star û meclisa navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê xwepêşandaneke girseyî bi durişma "Faşîzma Tirk gefan li ser ewlehiya cîhanê ye, divê bi hev re li dijî wê bisekinin" li dar xist ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar bikin.

Şênî bi tevahî pêkhateyên wê li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê kom bûn, pankartên bi nivîsên "aşîst Tirk gefa li ser ewlehiya cîhanê ye, divê bi hev re li dijî wê bisekinin", "êrişên faşîsta Tirk li dijî gelê Kurd li Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê şermezar dikin", "Na ji bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ji qirkirinên li dijî gelê Kurd re" hildan, her wiha alên Kongreya Star, QSD’ê û alên partiyên siyasî jî hildan.

Xwepêşandan ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li tevahî kolanên sereke geriya, piştre li pêşa Hola Xême ya li keviyên Çema Xabûrê sekinî da ku daxuyaniyê bidin.

Hevserokê Meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyob daxuyanî xwend ku tê de piştrast kir ku faşîsta dewleta Tirk li ser mirovahiyê xetere ye, her wiha parêzgeha Şengal, kampa Mexmûrê, herêmên Bradost, Zap û Heftanîn hedef girtin.

Eyob da zanîn ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ku pêk tîne nîşaneyên acizbûnê ne, ne yên hêzê ne. Ew krîza aboriyê bi sedema şerê ku li tevahî Kurdistan û herêmê dike dikişîne. Bi van îdîayan dixwaze hebûna bisepîne, her wiha alîgirên xwe yên li hundir bixapîne ku bi hêz e, teror belav dike û şantajê li derve dike.

Eyob destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide şerekî navxweyî di nava gelê Kurd de biafirîne, hin hêzên Kurd ber bi xwe ve bikişîne ku gef bixwe û şantajan bike, her wiha nahêle Êzidî vegerin warên xwe û di bin çakoça terorê de bihêle da ku tişta ku DAIŞ’ê nikarî bikira temam bike.

Eyob bang li partî û gel kir ku planên Tirkiyê bizanibin û li hemberî wê berxwedanê bilind bikin û yekitiya Kurd û Kurdistanê di nêztirîn demê de pêk bînin.

ŞEHBA

Bi sedan endam, rêveberên sazî û yekitiyên sivîl û şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê kom bûn, her wiha alên Kongreya Star û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Bi hêrsa malbatên şehîdan dê agirê Îmraliyê vemirînin", "Bimire îxanet", "Bi yekitiya Kurd re dê dagirkerî û îxanetê têk bibin", "Êrişên faşîst Erdogan nikarin vîna gelê Kurd bişikînin" hildan.

Xwepêşandêran ji navenda navçeya Ehdas ber bi qada parkê ve tevî silavkirina berxwedana gelê Kurd li Şengal, kampa Mexmûr û Herêmên Parstinê yên Medyayê, çûn.

Li qada parkê endama Kongreya Star a kantona Efrînê Gulê Cafer axivî û wiha got: "Ji zêdetirî sed salî ye ku komplo li dijî gelê Kurd pêk tên û rojane tên nûkirin, her wiha êrişên dewleta Tirk li herêmên Kurdistanê nîşaneya vê yekê ne."

Gulê Cafer xîtabî civaka navneteweyî kir û wiha anî ziman: "Pirsa min, gelo cîhan ker û lal e ku tişta li dijî gelê Kurd pêk tê, nabîne?"

Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jinan a Azad li Şehba Rîhab Cibo got ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rojane dubare dibin, ev sûc binpêkirina qanûna navneteweyî ne, her wiha anî ziman ku hedefgirtina Şengal, kampa Mexmûrê û Herêmên Parstinê yên Medyayê nîşaneya rasteqînî ya acizbûna faşîsta Tirkiyê li hember berxwedana gelê Kurd û vîna xurt e ku tevahî plan û lîstokên Erdogan ên qirêj bi bin xistine, ye.

TIL BIRAK

Bi dehan şêniyên Til Birakê li pêş têketina navçeyê ya aliyê başûr kom bûn ku xwepêşandanekê li dijî êrişên Tirkiyê li ser Şengalê û herêmên Kurdistanê şermezar bikin.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên QSD’ê, Kongreya Star û pankartên şermezarkirina dewleta Tirk, Erdogan û bêdengiya navneteweyî hildan.

Li Çerxerêya Şehîdan xwepêşandan vegerîn mîtîngê, piştre hevserokê meclisa navçeya Til Birakê Abdulselam Hesanî axivî û wiha da zanîn: "Bi navê şêniyên Til Birak, bajarok, saziyên wê û tevahî gel êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ê Êzidî li Şengal, Mexmûr û çiyayên Kurdistanê şermezar dikin."

Hesanî wiha domand: "Êriş û qirkirinên ku dewleta Tirk a faşîst li hember tevahî cîhanê pêk tine li eniya tevahî mirovahî û rêxistinên hiqûqî şermek e, her wiha dive civaka navneteweyî helwesteke cidî li hember van êriş û sûcên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê bigire."