Waliyê çeteyên DAÎŞ’ê yê Iraqê, li Dêre Zorê hate kuştin

Hêza Têkoşîna Dijî Teror a Iraqê ragihand ku serçeteyê waliyê DAÎŞ’ê yê Iraqê yê bi navê Mutaz El Cuburî, di êrîşek hewayî ya li Dêre Zorê pêkhatî de hatiye kuştin.

Hêza Têkoşîna Dijî Teror a Iraqê ya ku daxuyaniya nivîskî dayî, da diyarkirin ku waliyê DAÎŞ’ê yê Iraqê hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Cuburî di operasyona firokeyên şer ên hêzên koalîsyona navnetewî de, li derdora Dêre Zor a Sûriyê hatiye kuştin.

Serçeteyê DAÎŞ’ê Ebubekîr El Bexdadî jî 27’ê Cotmeha 2019’an bi alikariya Îstixbarata QSD’ê ji aliyê hêzên koalisyona navnetewî ve bi operasyonek hewayî li Îdliba dibin kontrola dewleta Tirk de hate kuştin.