UEFA’yê derbarê lîstokvanê Tirk ê nîşaneya nîjadperestiyê kir, lêpirsîn vekir

UEFA’yê derbarê lîstokvanê Tirk Merîh Demîral ê ku piştî lîstoka bi Awûstûryayê re nîşaneya nîjadperestiyê kir, lêpirsîn vekir.

Organîzatorê tûrnûvaya Euro 2024’ê, roja Çarşemê daxuyanî da û ragihand ku derbarê lîstokvanê millî yê Tirk Merîh Demîral bi sedemê ku piştî lîstoka bi Awûstaryê re “liv û tevgerên ne guncaw nîşan dane” lêpirsîn vekir. Maç li Leîpzîgê hate lîstin.

Lîstokvanê defansê yê 26 salî, şeva Sêşemê di maça elemeyê de gol kir û piştre bi her du destên xwe sembola “Bozkurt” a ku nîşaneya faşîzm û nîjadperestiyê ye, nîşan kir.

Demîral ev liv û tevgera nîjadperest, parast û îdîa kir ku ev tenê îfadeya serbilindiya neteweyî ye.

STP: TI ELEQEYA VÊ ÎŞARETÊ BI PÎROZBAHIYÊ RE TUNE YE

Li gorî nûçeya ajansa DW’ê ya Elman, nûnerê Rojhilata Navîn ê STP’ê Kamal Sîdo wiha got: “Ev gelek caran qewimî û di televîzyonê de zindî hate weşandin.”

Sîdo ev tişt jî got: “UEFA divê li dijî nîşandana sembolên rastgiriya tund, sekneke zelal raber bike û têkildarî silava guriyê, biryara qedexeya stadyûmê bide.”

Sîdo diyar kir ku silava guriyê “ti eleqeya xwe bi pîrozbahiyeke aştîxwaz û rewa re tune ye” û got: “Beriya her tiştî zirarê dide piraniya aliyên aştîxwaz.”

WEZÎRA KARÊN HUNDIR A ELMAN JÎ EV ÎŞARET ŞERMEZAR KIR

Wezîra Karên Hundir a Elmanyayê Nancy Faeser jî kêfxweşiya golê ya Demîral, şermezar kir û bang li UEFA’yê kir ku bikeve nav liv û tevgerê.

Wezîr Feaser wiha got: “Cihê sembolên rastgirên tund ên Tirk, li stadyûmên me tune ye.”

Wezîra Karên Hundir ev tişt jî diyar kir: “Nayê qebûlkirin ku Euro weke platformeke nîjadperestiyê were bikaranîn. Em li bendê ne ku UEFA bûyerê lêkolîn bike û pêkanînan binirxîne.”