‘Tirkiyeyê alîkariya lojîstîk dida me’

Çeteyê bi navê Îbrahîm Ebdulrezaq (Helter) ê ku di 4’ê Sibatê de Hevseroka bajaroka Til Şeyîr a Dêrazorê Seda Feysel El Hermaas û alîkara wê Hind Letîf El Xidar kuştibû, li xwe mikur hat ku Tirkiyeyê alîkariya lojîstîk dane wan.

Şervanên QSD’ê ji bo tolhildana Hevseroka bajaroka Til Şeyîr a Dêrazorê Seda Feysel El Hermaas û alîkara wê Hind Letîf El Xidar ên ku hatibûn kuştin operasyon dabûn destpêkirin. Di vê operasyonê de 87 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. Kujerê Seda Feysel El Hermaas û alîkara wê Hind Letîf El Xidar, Îbrahîm Ebdulrezaq (Hetler)  jî hate girtin.

Îbrahîm Ebdulrezaq (Hetler)  wisa li xwe mikur hat, “Êvarî Ebû Umer telefonî min kir. Diyar kir ku wê kesekî bi navê Ebû Osman were min bibîne. Min 2 çalakiyên berê yên ji bo wan anî bîra wan. Lê wan diyar kirin heke tiştekî nelirê çêbibe, ez dikarim biçim Tirkiyeyê li wê derê malên wan hene û bal kişandin ser vî tiştî ku li Tirkiyeyê fermandarên wan ên girîng hene. Piştre tevî Qedir Muzher em çûn ba kesekî bi navê Qesura û ji wir jî çûn ba Ebû Osman. Li ba Ebû Osman Ebû Xalid, Omer û Hecî hebûn. Bi wesayîtê em tevî wan çûn cihekî din.Em li pêşiya malekê sekinîn.Ji nava malê du jin derxistin. Me jin girêdan û tevî wesayîtê ew birin cihekî din. Ebû Osman jin ji wesayîtê daxist û bi wan re axivî. Piştre gule li jinan reşand. Em ji qada bûyerê bi dûr ketin. Seda û Hind bi AK-47’ê hatin kuştin.

Helter diyar kir ku beriya vê bûyerê jî wan mêrek kuştibûn û jinek jî birîndar kiribûn.

Îbrahîm Ebdulrezaq diyar kir ku talîmat û alîkariya lojîstîk ji Tirkiyeyê hatiye û got, “Soza 150 dolarî dabûn min lê nedan min. Ez kîngê dipirsim dibêjin hê pere nehatiye.”

Di operasyona QSD’ê de çeteyên bi navê bû Xalid El-Iraqî, Ebû Yasin El-Iraqi, Kirar El-Iraqi û Hemze El-Suri hatibûn kuştin.