Tevgera Kevana Zêrîn: Çand jiyan e, bijî û bide jiyîn

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan a ji ber guhdarîkirina li stranên Kurdî şermezar kir û diyar kir, "Li hemberî êrişên li ser çanda Kurd, bi yek dengî em dibêjin: çand jiyan e, bijî û bide jiyîn."

Ciwanê Kurd Bariş Çakan ê ji Agiriyê, roja 31'ê Gulanê li paytexta Tirkiye Enqereyê ji ber ku li stranên bi Kurdî guhdarî dikir bû hedefa êrişeke nîjadperestî û jiyana xwe ji dest da.

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş bi rengekî organîzeyî hatiye kirin û hate destnîşan kirin ku wate û armanca êrişên bi vî rengî qirkirina çandî ya gelê Kurd e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em wek tevgera çand û hunera jinên Kevana Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûrî, van êrîşên ku li ser gelê me, ciwanên me, çanda me, nirxên me tên kirin, bi ti awahî qebûl nakin. Ji şermezarkirinê wêdetir, em dibêjin ku hişmendiya nijadperestiya Tirka emê biruxînin.

Bi xwedî derketina li çand, ziman, dîrok, nirx û hebûna Kurdbûna xwe ve, jiyanî kirina wan nirxên xwe ve, em ê wek gelê Kurd, di nava gelên cîhanê de cîhê xwe bi xwe bigirin, rewabûna xwe daynin holê.

Ger îro ewqas êrîş dijwarbûne li ser çand û nirxên Kurdan, ew tê wê wateyê ku, em li ser rêka rast in. Ji bo yekîtiya Kurdan liv û tevgerek mezin heye. Di nava Kurdan de hişyarbûnek mezin heye.

Destketiyên Kurdan îro li ber rêveberiyeke xweser re li Rojava rê vekiriye. Zimanê Kurdan, çand û hunera Kurdan di navneteweyî de rengê xwe dide.

Ji ber vê jî ji her aliyê jiyanê ve em, bi zimanê dayika xwe biaxifin, stranên dayika xwe bistirên, cil û bergên çanda xwe rojevî bikin. Çand jiyan e. Ji gotinan zêdetir, em ê çanda xwe nas bikin, derbazî jiyana xwe ya rojane bikin.

Çalakiya herî esasî û encam girtî ev be. Dîsa li ser tora civakî giştî, ziman, stran, dîrok, dîmenên welat û danasîna wan a orjînal, xwerinên Kurda hwd… Di wan aliyan de wek hamleyeke daîmî çalakiyeke çandî bi navê 'çand jiyan e, bijî û bide jîn' em bikarin bidin destpê kirin. Bi vî awahî, bertek û bersiva herî xûrt çalakiyên wusa yên sîvîl ve emê bidin."