TEV-DEM: Li dijî siyaseta qirkirinê têkoşînê geştir bikin

Hevserokatiya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bang li hemû rêxsitinên mirovî kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan bidin û banga geşkirina têkoşînê li gelê Kurd kir.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a TEV-DEMꞌê  têkildarî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga geşkirina têkoşînê li gelê Kurd kir.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi armanca qirkirinê, Berxwedana Serdemê ya li  Efrînê efsaneyên qehremaniyê dinivîse.

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe de, balafir, tank, top, obus û hemû cûreyên çekên giran bi kar tîne. Bi vê yekê hemû zagonên navneteweyî binpê dike. Gelê Efrînê rastî êrîşeke bi armanca qirkirinê tê. Ev êrîş sûcekî dijmirovî ye. Lê belê Rûsya ezmanê Efrînê ji balafirên Tirkiyê re vekiriye û destûra bombebaranê daye wê.

Di sedsala 21ꞌê de, Erdogan dixwaze gelekî koçber bike û qirkirinekê li ser wê bide meşandin. Armanca ji vê qirkirinê guhertina demografiya herêma Efrînê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn malbatên çeteyên DAIŞ, El-Nusayê û koçberên Ereb li gundên Kurdan bi cih dike.

Ev siyaseta qirêj balê dikşîne ser planên şer ên demdirêj ên li vê herêmê têne meşandin.

Gelek dewletên Ewropî li hemberî kiryarên Dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê bêdeng in. Ne tenê wisa jî, dewletên Ewropayê jêderên aborî yên bi milyarên Euroyan ji Tirkiyeyê re peyda dikin û bi vê yekê xizmetê ji planên Dewleta Tirk a dagirker re dikin. Ewropa dixwaze derî li pêlên koçberan were girtin, ji ber vê yekê li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng in.

Nabe siyaseta Eropayê were qebûlkirin, ji ber ku keç û xortên Efrînê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ û Nusrayê gelek şehîd dane.

Niha jî keç û xortên Kurd li ber çavên Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê tên  qirkirin û tu helwest ji aliyê van dewletan dernakeve.

Ev dewlet xweş dizanin ku li gorî zagon û peymanên navneteweyî, armanca êrîşên dagirkeriya Tirk çi ne. Ne mafê tu dewlet an hêzekê ye ku welatekî dagir bike, gelê wê koçber bike û welatiyên ji welatên din li gund û navçeyên wan bi cih bike.

‘TÊKOŞÎNÊ GEŞTIR BIKIN’

Em bang li Kurdistaniyên her çar parçên Kurdistanê dikin ku asta têkoşîn û çalakiyan bilind bikin, her wiha xwedî li Berxwedana Serdemê derkevin, li dijî siyasetên qirkirin û guhertina demografiya Efrînê rawestin.

Em bang li Yekîtiya Ewropayê, Netweyên Yekbûyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku li dijî zilm û zordariya li ser gelê me helwesteke xurt nîşan bidin û bi erkên ku dikevin ser milên wan rabin.ʺ