TEV-DEM: Ji bo azadiya Ocalan divê her kes bikeve tevgerê

TEV-DEM a Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li mirovahiyê û gelê Kurdistanê pîroz kir û bang li tevgerên siyasî, civakî, rêxistinên hiquqî û civaka sivîl kir ku ji bo azadkirina Ocalan û girtiyên siyasî tev bigerin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 4`ê Nîsanê ku roja jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi boneya hatina roja 4`ê  Nîsanê ku roja jidayîkbûna Rêber Abdullah Ocalan e, em vê roja pîroz ku derbasî dîrokê bûye li gelê Kurdistanê û hemû  mirovahiyê pîroz dikin. Em îro rojbûna Ocalan ya 72`yan dijîn ku ji aliyê dozên çarenûsî, xizmeta civak û  mirovahiyê ve jiyaneke tijî berpirsyarî û şoreşgerî ye. Rêber Ocalan 22 sal in li girtîgeha greva Îmraliyê dîlgirtî ye û di nava rewşên herî dijwar de dijî, dewleta  Tirk a faşîst  li dijî wî tecrîdeke girankirî û derqanûnî dimeşîne û nahêle parêzer û malabata wî pê re hevdîtinan bikin.

Rêber Abdullah Ocalan greva Îmraliyê veguherand  kaniya berxwedan û têkoşînê û îsbat kir ku ew der destpêkirina çareserkirina hemû pirsgirêk, alozî û rageşiyên li herêmê ye.

Rojbûna Rêber Ocalan wekî zayîna dîrokeke nû ya gelên Rojhilata Navîn a sedsala nû ye, rojbûna felsefeyeke avaker a jiyana mirovê azad e, da ku bigihêjin civakeke  demokratîk, siyasî û exlaqî. Rojbûna Rêber Ocalan rizgarkirina ji zayendperestiyê û  bingeha wekhevî, edaleta civakî û felsefeya rizgarkirina civakê ji bermahiyên hişmendiya mêrên desthilatdar a hezar salan e. Şoreşa Bakur û Rojhialtê Sûriyê jî  encama nêrîna rast a vê rojbûna serdemî ye.

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan di roja 4`ê Nîsanê de ku Nîsan jî pîroztirîn mehên sale ye, xweza di vê mehê de bi bedewiya xwe tê xemilandin û Rêber Ocalanbi hezkirina xwe ya ji xweza, mirovahiyê, jîngehê, daran û çandiniyê re tê naskirin.

Em vê salê bikin sala azadiya rêber Apo û bi rasthatina hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" em asta têkoşîna xwe bilind bikin, ji ber ku azadiya rêbertî azadiya me ye, li ser vî bingehî divê em bi erka xwe ya exlaqî rabin û em xwedî li çarenûsa Rêber Apo ku nûnertiya hêvî û vîna gelên azadîxwaz û aştîxwaz dike derkevin.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di  dawiyê de bang li tevgerên siyasî, civakî, rêxistinên hiqûqî, rêxistinên civaka sivîl û aliyên siyasî dikin ku tavilê têkevin tevgerê û Rêber Abdullah Ocalan û  hemû girtiyên siyasî azad bikin. Ji ber ku ev qonaxa aloz û xeter bi berfirehkirina rageşiyê ya ku torên istîxbaratê ya hikumeta faşîst bi hevkariya çeteyên terorîst, bi rê ve dibe, dewleta Tirk sûdê jê digire û ji bo berjewendiyê xwe yên siyasî bi kar tîne."