TEV-DEM'ê şehîdên Serhildana Qamişloyê bi bîr anî

TEV-DEM'ê şehîdên Qamişloyê bi bîr anî û diyar kir ku divê rejîm rêbazên avakirina civaka demokratîk biguherîne û li Sûriyeyê îradeya azad a gelan qebûl bike.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da û şehîdên Serhildana Qamişloyê di salvegera 17'an de bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî ku 10 sal di ser şoreşê re derbas bûne, zîhniyeta rejîma Baas hîn neguheriye û hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst re neqediya ye."

'HEVKARIYA BAASÊ YA BI DEWLETA TIRK RE NEQEDIYA'

Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha ye:

"Bi wesîleya salvegera 17'an a Serhildana Qamişloyê, em li pêşberî bîranîna şehîdên Serhildana Qamişloyê û şehîdên şoreşê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bejna xwe ditewînin. Çirûska destpêkê ya serhildana gel a girseyî sala 2004'an li Qamişloyê dest pê kir. Ev çirûska ku li dijî rejîma Baas a şovenîst dest pê kir li bajarên herî mezin ên Rojava û Sûriyeyê mîna pêleke ba bi lez belav bû. Li aliyê din Baasê ji bo şikandina îradeya gelê me, tunekirina çanda me, ji bo tunekirina destketî û nirxên me yên li Rojava li Sûriyeyê komployek plan kir. Hewl da di navbera gelên Kurd û Ereb de fidyeê çêbike. Lê belê çirûska destpêkê di demeke kurt de li dijî pîlanên komplogeran veguherî serhildana gel. Diviyabû rejîma Sûriyeyê bi roleke erênî rabûya û di destûra bingehîn de hin guhertin bikira, ji bo pêşveçûna demokrasiyê daxwazên Kurdan bi cih bianiya. Lê belê li şûna vê yekê heta niha hesab ji Kurdan dipirse. Tevî ku 10 sal di ser şoreşê re derbas bûne, zîhniyeta rejîma Baas hîn jî neguheriye û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a faşîst re neqediya ye. Lewma ev krîz hîn jî dewam dike û çareseriya siyasî bi ser neketiye. Tevî vê yekê Peymana Edeneyê dewam kir û rejîm xitimand.

Li aliyekî din bahoza tesfiyekirina hesabên siyasî yên herêmî û navneteweyî dest pê kirin û rejîma Sûriyê xwe ji berpirsyarî û pêkanîna erkên xwe ji bo vedîtina çareseriyên aştiyane da aliyekî. Nexasim diyaloga bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî têdikoşe. Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina nasnameya nîştimanî ya Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên civakî têkoşînekê dide meşandin. Ev çareseriya herî guncav a hemû pirsgirêkên li Sûriyê ye. Ji bilî wê jî alozî wê girêktir bibe û nakokî wê berdewam bikin.

Rejîma Baasê li gorî biryarên Lihevkirina Edeneyê tevgeriya û bê ser û ber gelê me girt, her wiha şaxên terorê û dadgehên ewlekariya dewletê ji bo çewisandina gelê herêmê ava kirin.

Lê gelê me tevî bikaranîna guleyên rastî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, ku bû sedema şehîdbûna bi dehan, birîndarkirina bi sedan mirovên ji gelê me û girtina bi hezaran jî, bi rêya birêxistinkirina çalakiyên protestoyî yên demokratîk û aştiyane banga serbestberdana hemû girtiyan kirin û kiryarên zordar ên rejîmê yên di dema merasîma oxirkirina cenazeyê şehîdan de li dijî gel pêkanîn, şermezar kirin.

Serhildana 12'ê Adara 2004'an fikrê rejîma Baasê yê faşîst û nîjadperestî yê li hemberî kurdan û pêkhateyên din ên li Sûriyê eşkere kir. Her wiha asta bandor bûn û xwe teslîmkirina rejîmê Baas ya ji dewleta Tirk a faşîst re di dema lihevkirina Edeneyê re diyar bû. Heta roja me ya îro jî, ev rejîm bê vîn ma û bi kîndarî li civaka Kurd dinêre, ji ber ku gelê Kurd parastina axa Sûriyê û heta niha bi hezaran şehîd dane. Ev yek di dema ku axa Sûriyê tê dagirkirin û herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatiye dagirkirin de pêk tê.

Wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em bawer dikin ku rewşa Sûriyê ber bi rewşekî herî xirab ve diçe û di gelek aliyan de valahî û tevliheviyeke siyasî ya mezin heye û di gelek aliyan de bi girêk e ku temenê aloziyê dirêj dike. Ji ber paşdeçûna rewşa aborî karesateke mirovî ya rastîn rû dide. Pirsgirêka Sûriyê hundirîn e û çareseriya wê jî hundirîn e.

Her wiha em soz didin şehîdên şoreşa 12'ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê ku li ser şopa wan bimeşin û wekî pêkhateyên Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên me asta têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Divê rejîma Sûriyê bi rasteqînî nêzî rewşa heyî bibe da ku beşên mayî ji Sûriyê ji karesatên muhtemel xilas bike. Divê rejîm avakirina civakeke demokratîk û vîna gelên azad ên li Sûriyê qebûl bike."