TEV-DEM’ê qetilkirina Ustek şermezar kir
TEV-DEM’ê qetilkirina Ekrem Ustek şermezar kir û got “Lîsteya qetlîamê ya dewleta Tirk zêde dibe.
TEV-DEM’ê qetilkirina Ekrem Ustek şermezar kir û got “Lîsteya qetlîamê ya dewleta Tirk zêde dibe.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Herêmê Firatê bi daxuyaniyekê êrişa duh a dewleta Tirk li ser Kobanê şermezar kir. Di wê êrişê de kesayeta welatparêz Ekrem Ustek şehîd bû.
Hevserokê TEV-DEM`ê Osman Xelef daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin
"Em êrişa hovane ya li ser Kobanê şermezar dikin û weke komkujiyeke nû bi nav dikin ku li lîsteya komkujiyan a dewleta Tirk zêde bûye.
Dewleta Tirk a dagirker ji mijûlbûna civata navneteweyî bi krîza Ukraynayê bi kar tîne da ku komkujiyên din li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Rojane lihevkirinên agirbestê binpê dike.
Divê cîhan û aştîxwaz van êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.
Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafireke bê mirov 2 nuqte li bajarê Kobanê bombebaran kiribû. Ya yekemîn li dijî rêya Heleb û ya din li dijî bajêr bû. Di encamê de welatparêzê ji xelkê Bakurê Kurdistanê Ekrem Ustek şehîd bû û zirar gihaşt mal û milkên welatiyan”