TEV-DEM'ê ji bo Êzidiyan banga seferberiyê kir

TEV-DEM'ê ji bo parastina Êzidiyan banga seferberiyê kir û got, "Parastina Şengalê berpirsyariyeke dîrokî ye."

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên artêşa Iraqê yên bi hevkariya PDK'ê li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di demên dawî de êrişên artêşa Iraqê li ser nirxên civaka Êzidî zêde bûne.

TEV-DEM'ê di daxuyaniyê de ev tişt got:

"Bi biryara hikumeta Kazimî artêşa Iraqê sewqiyatên leşkerî yên mezin, çekên giran wekî panzer, obus, helîkopter, bi desteka balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirkiyê şandin Şengalê. Di encamê de bi Yekîneyên Berxwedana Şenaglê û Asayîşa Êzîdxanê re şer derket. Ev êrişên Iraqê di çarçoveya lihevkirinên ewlehî û siyasî yên bi dewleta Tirk a dagirker a faşîst re û hevkariyeke rasterast a ji aliyê PDK'ê ve têne kirin. Armanc ji van êrişan şikandina îradeya civaka êzidî li seranserî Iraq û Kurdistanê ye, her wiha dûrxistina êzidiyan ji proseyên siyasî, aborî, civakî û çandî ya Iraqê ye."

TEV-DEM'ê destnîşan kir ku heman senaroyaya ku li Şengalê tê kirin, hikumeta Erdogan a terorîst bi zêdekirina êrişên xwe yên li ser vîna gelê Kurd yên li her deverê, dixwaze kurdan ji proseya siyasî dûr bixîne û wiha hate domandin: "Êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker pêk tên. Ev êrişên hevbeş li dijî îradeya gelên me yên li şûna mirovahiyê bi giştî bi têkoşîn, berxwedan û derfetên xwe yên xweser li dijî rêxistina herî mezin a terorê bi ser ketin.''

TEV-DEM'ê, bal kişand ser projeya sê alî ya bi desteka derve û lêkirina dîwarê derdora Şengalê û got: "Dixwazin hîn zêdekir gelê me yê êzidî qir bikin û sûcan li hember jin û zarokê êzidî bikin. Dibe ku fermaneke din li dijî civaka me ya êzidî be ku armanc jê tunekirina civak û ola herî kevnar li herêmê ye. Ev şerekî pir xeter û sîstematîk e."

TEV-DEM'ê diyar kir ku tevî hemû hewldan û hevdîtinên Meclisa Rêveberiya Şengalê yên bi aliyên siyasî û lêvgerên olî yên Iraqê, lê belê hikûmeta Kazimî ya derveyî qanûnan, beriya ku desthilata wî bi dawî bibe dixwaze bi zihniyeta Baasê civaka êzidî qir bike, bêyî ku alî li hember wê helwest nîşan bide.

TEV-DEM'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hêzên siyasî, neteweyî û kurdistanî, tevahiya gelên Kurdistanê, rêxistinên hiqûqî, sivîl, saziyên êzidî di serî de Meclisa Rûhanî ya Êzidî û Bavê Şêx kir ku xeterî û karestên nû yên ku bi rêbazên ferzkirina şerê terorê yê rêxistinkirî  têne kirin, bi civaka êzidî bidin fêmkirin û got: "Divê her kes bikeve serferberiyê. Divê em hêza xwe ya xweser ji bo parastina êzidiyan kom bikin. Parastina berxwedana Şengalê, nirx û çanda wê berpirsyartiyeke dîrokî ye û deynek du sûtiyê me tevan de ye."