Têkoşîna xwe bi qîrînê dewam kir

Gerîlaya YJA Starê Zarîn Amed ku sal a2014'an bi hawara Kobanê ve beziya, di roja 25'an a berxwedana Kobanê de bi giranî birîndar bû. Zarîn piştî 3 mehan çavên xwe vekir û xwe ji nû ve li jiyanê girt. Niha li her derê ji hevrêyên xwe re çavkaniya moralê y

Zarîn Amed ku sala 2004'an tevlî nava Tevgera Azadiyê bû, bi eslê xwe ji Mûşê ye, lê li Amedê ji dayik bû û lê mezin bû. Zarîn Amed sala 2014'an tevî komek ji hevrêyên xwe ji Amedê tê Kobanê û 29'ê Cotmeha 2014'an di tarîtiyê de birîndar dibe.

Zarîn ku ne dikare biaxive ne jî dikare bimeşe, ji bo karibe bê ser hişê xwe û tişt bêne bîra wê, doktor dibêjin ku divê kesek ku nas dike bibîne. Malbata wê tê lê bi kêr nayê, ala YPJ-YPG'ê nîşanî wê didin lê Zarîn dîsa jî refleksê nîşan nade û Zarîn wê kêliyê çav li wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve, dike qîrîn. Piştî vê qîrînê Zarîn xwe ji nû ve li jiyanê digire.

ZARÎN LI GABARÊ YE

Sorxwîn Mako ku sala 2014'an ji Botanê derbasî Kobanê bû, di sala 2012'an de li nava koma Şehîd Berçem li Botanê Zarîn nas dike û ji Botanê heta Gabarê kûryetiyê ji Zarîn û koma wê re dike.

Sorxwîn qalê dike bê çawa Zarîn nas kir:

"Wê ji Botanê biçûna Amedê. Rojekê li gel me man. Min ji Zarîn û koma wê re heta Gabarê kûryetî kir. Mirovên ku Zarîn didîtin tişta herî bala mirovan dikişan dilsoziya wê ya bi jiyanê re, hevrêtî û dilgermiya wê bû. Mîna ku mirovan berê ew nas dikir û ne hevdîtina destpêkê bû, lê ya bi salan bû."

'LINGÊN WÊ BIRÎN BÛ, LÊ BI KÊLIYEKÊ JÎ NEDISEKINÎ'

Nêzîkatiya bi berpirsyarane ya li jiyanê gelekî bandorê li Sorxwîn dike. Wiha dibêje, "Lingên wê hemû birîn bûbû û werimî bû. Lê belê dema ku em gihîştin nuqteyê, guh nedida birîna xwe û tevî ku westiya bû jî pêwîstiyên komê tedarik dikir. Xwarin amade dikir, bi me re eleqedar dibû. Xwedî ruhekî kolektîf bû."

WEKE SEKVANEKÊ ÇÛ KOBANÊ

Piştî rêwîstiya Gabarê vê carê li Kobanê hev dibînin. Zarîn sala 2014'an ji Amedê berê xwe dide Kobanê. Sorxwîn û Zarîn piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj vê carê dest bi rêwîtiyeke hîn zehmet û dirêj dikin.

Zarîn weke sekvaneke pispor diçe Kobanê. Sorxwîn qala hevdîtina duyemîn kir: "Ji Amedê hatibû Kobanê. Gelekî wesayitayî bû, lê belê mîna li Gabarê guh nedida westanbûna xwe. Zarîn sekvaneke xurt bû û ji bo sekvaniyê li Kobanê bû."

SEKVANÊN DAÎŞ'Ê BÊBANDOR KIR

Piştî ku Zarîn û koma wê ji Amedê hate Kobanê, çarenûsa Kobanê guherî. Kobanê bi wan re êdî h în xurtir bû. Nava rojê li Kobanê ku liv û tevger zehmet bû Zarîn bi rola xwe rabû û derbên mezin li DAÎŞ'ê xist.

Sorxwîn bi van gotinan qala rola bi bandor a Zarîn a li berxwedana Kobanê kir, "Hevala Zarîn û koma wê li eniya Kaniya Kurdan bû. Di demeke kurt de sekvanên DAÎŞ'ê bêbandor kir. Tenê 3 sekvanên DAÎŞ'ê li Kaniya Kurdan dikarîbûn li hemberî berxwedêran şer bikin, lê belê Zarîn di demeke kurt de 2 sekvanên DAÎŞ'ê bêbandor kir."

LI GEL ŞER JÎ RÛYÊ LI KEN

Kobanê wê demê cihekî welê bû ku nefes bi zorê dihate girtin. Şer, şehadet û birîndar... Di atmosfereke wiha de Zarîn ji moral, coş û baweriya bi xwe tawîz neda. Sorxwîn got, "Di nava şerê giran de jî henek dikir. Rojekê diviyabû me êdî çeperên Zarîn destnîşan bikira. Ji ber ku dijmin nêzî Murşîtpinarê bûbû, ji bo Zarîn 3 çeper diviya bû. Zarîn bi ken got, 'Diyarkirina cihê çeperan ji min, kirin ji we'. Giraniya şer bandor li Zarîn nedikir, mîna berê henek dikir, bi moral bû."

JI HEVRÊYÊN XWE RE DIBÛ WÊREKÎ, RÊYA SERKETINÊ NÎŞAN DIDA

Zarîn rêya herî stratejîk a Kobanê ku çûn û hatin jê çêdibû, birîndar û şehîd ji wê derê ji qadê dihatin derxistin, teqwiya cebilxane û şervanan jê dihate kirin, ji sekvanên DAÎŞ'ê paqij kir û bi vî rengî pêngaveke mezin destpê kir. Sorxwîn qala wan kêliyan kir, "Serê sibehê şerekî giran destpê kir. Me pê nizanî bûn ku çete li mala li pêş bi cih bûne. Me amadekariya pêngavê dikir, lê belê yên destpêkê êriş kirin ew bûn. Wê demê me gelek şehîd dan û gelek jî birîndar bûn. Hevala Zarîn li banekî li Kaniya Kurdan ketibû çeperê. Em li pêşiya dîwarekî bûn û di wê navberê de sekvanên DAÎŞ'ê hebûn. Em çiqasî zû tevdigeriyan jî wan sûîqest dikirin. Zarîn sekvanên DAÎŞ'ê yên li wê derê îmha kir. Bi vî rengî bêhn hate ber me. Ji ber ku me ji wê rêyê hem birîndar, hem cebilxane hem jî şehîdên xwe dibir. Pêngava ku hate destpêkirin heta êvarê gelekî serketî bû. Hevalek şehîd bû û çekek Zagros-1 kete destê DAÎŞ'ê. Ew jî bi menzîla dirêj bû. Piştre DAÎŞ'ê teqwiyeyeke mezin kir."

Piştî teqwiyeyê şer girantir bû. Zarîn diviyabû li yek ji sê çeperan bi cih bibûya. Zarîn çepera destpêkê hilbijart. Bi sekvaniya xwe hemû bû wêrekî ji hevrêyên xwe re hem jî rêya serketina Kobanê nîşan da. Lê belê bû hedefa sereke ya çeteyên DAÎŞ'ê.

29'Ê COTMEHA 2014'AN

Zarîn û Sorxwîn nêzî 25 rojan li vê derê bi hev re man. Sorxwîn hîs dike ku wê tiştek bibe. Di 29'ê Cotmeha 2014'an de sekvan Zarîn birîndar dibe û piştre jî fermandar Gelhat şehîd dibe.

Sorxwîn anî ziman ku çeperên wan li pêşberî hev bûn û got, "Wê demê sê fîşek berdan çepera ku Zarîn lê bû. Herdu fîşekên destpêkê lê neket, lê ya sêyemîn ji ber ku porê wê xuya dikir li serê Zarîn ket. Di nava qîrîna hevalan de min fêhm kir ku Zarîn birîndar bûye.

NEBÛNA WÊ GELEKÎ BANDOR KIR

Şerê man û nemanê bû. Em yek bi tenê jî biman me yê destûr nedabûna ku DAÎŞ bi ser bikeve. Me berê xwe dabûn azadiyê, me rê li ber serketina dijmin digirt, lê ew jî bi biryar bûn ku Kobanê bi dest bixin. Du hêz li hemberî hev bûn. Milîtanên Rêber Apo yên di azadiyê de israr dikirin li pêşiya pêşveçûna DAÎŞ'ê bûbûn asteng. Zarîn pêşengî ji vê re dikir. Zarîn û bi sedan mîna wê, êriş têk birin. DAÎŞ'ê bi vî rengî li Kobanê derbeke mezin xwar. Nebûna Zarîn ku birîndar bûbû gelekî bandor li me kir. Bandoreke neyînî li eniya kaniya kurdan kir. Ji ber ku şerê li eniya Kaniya Kurdan şerê sekvaniyê bû."

Piştî ku Zarîn birîndar bû û ji bo tedawiyê birin cihekî cuda, Sorxwîn demeke dirêj Zarîn nedît. Ji Sorxwîn hebû ku Zarîn şehîd bûye. Rojekê hevalek ku li gel Zarîn dima dît. Bi vî rengî agahiya destpêkê piştî birîndarbûnê wergirt.

Qala wê demê dike: "Nêzî 3 mehan ne li ser hişê xwe bû. Piştî ku hinekî hate ser hişê xwe doktoran gotin, 'Kesên ku nas dike û jê hez dike bînin gel wê, ku ji bo bê ser hişê xwe bandorê bike'. Hevalan malbata wê anîn, lê belê Zarîn bi destan işaret kir û xwest derkevin. Weke çareya dawî ala YPG-YPJ'ê anîn, dîmenên şerê Kobanê nîşan dan, lê belê Zarîn refleks nîşan neda. Bi carekê çavê wê li wêneyê Rêber Apo ket û kir qîrîn. Wêneyekî Serok têrê kir ku Zarîn bê ser hişê xwe. Piştre jî demeke dirêj wêneyên Rêber Apo nîşanî Zarîn dan û Zarîn bi vî rengî hêdî hêdî xwe komî ser hev kir."

Sorxwîn dibêje, "Zarîn nikare biaxive, nikare bimeşe, lê belê çawa ku li Kobanê bi rola xwe rabû, îro jî bi heman rolê radibe."

HEVDÎTINA SÊYEMÎN

Zarîn piştî tedawiyê vedigere Kobanê, lê belê Kobanê zêde nayê bîra wê. Li derdora xwe dinihêre. Ne doktor bi navê Zarîn zanin ne jî Zarîn dikare navê xwe bêje; hewl dide bi işaretên destan nîşan bide. Doktor difikirin ku navê wê Zêrîn e, heta ku Sorxwîn cara sêyemîn wê dibîne.

Sorxwîn qala hevdîtina sêwyemîn kir, "Doktor hatin gotin ku hevalek bi navê Zêrîn hatiye, li eniya Kaniya Kurdan maye û pirsîn ku nas dikin an na. Min berê xwe da nexweşxaneyê, lê min texmîn nedikir ku Zarîn be. Dema ku gihîştim nexweşxaneyê min Zarîn li hemberî xwe dît û Zarîn careke din kir qîrîn. Min nas kiribû. Gelekî aciz bûbû ji ber ku doktoran jê re digotin Zêrîn. Bi işaretan ji min xwest ku bêjim navê wê Zarîn e."

DERDORA WÊ TIMÎ QELEBALIX BÛ

Sorxwîn qala dilsoziya Zarîn a li jiyanê kir, "Zarîn keseke civakî bû. Kî bûya, ji ku hatibûya, Zarîn nas dikirin an na; derdora wê timî qelebalix bû. Kelecana wê ya li jiyanê, eşqa wê ya ji bo jiyanê gelekî cuda bû. Dilsoziya wê ya bi Rêber Apo re nayê vegotin. Ya ku heta niha Zarîn li ser piyan hişt, hezkirin û dilsoziya wê ya bi Rêber Apo re ye."

NEWAL QALÊ DIKE

Newal Egîd Koçer a ku Zarîn li Kobanê nas kir û bi hev re tedawî bû, ji ber fîşeka ku li serî ketiye nikare bi têrkerî qala Zarîn bike, lê belê ji kelecana wê diyar e bê çiqasî ketiye bin bandora Zarîn. Newal got, "Di şer de gelekî wêrek bû. Sekvaneke xurt bû. Diyaloga min bi Zarîn re nebû, lê belê rûkeniya wê ya li eniyê ti carî ji aqlê min derneket."

Zarîn û Newal li eniyên cuda bûn, lê belê navê Zarîn li hemû eniyan belav bû.

Bi Zarîn re li Kobanê careke din li hev kom bû û qala rojên bi Zarîn re kir, "9 mehan me bi hev re tedawî dît. Her sibehê em diçûn fîzyoterapiyê. Di nava me de ya herî bi moral û bi coş Zarîn bû; me hêz jê digirt. Bi hêza xwe dibû moral ji derdorê re. Ez jî mîna Zarîn nikarîbûm biaxiviyam, lê belê Zarîn gelekî cuda bû. Zarîn gelekî bandor li min kiribû. Birîna me weke hev bû, lê belê Zarîn gelekî cuda bû. Bi moral û coşa xwe dihate naskirin. Ji bo karibe careke din biaxive gelekî hewl dide."

Mizgîn Îdrîs ku sala 2016'an di pêngava Minbicê de birîndar bû û felç bû, sala 2017'an Zarîn nas kir.

Beriya ku Zarîn nas bike, gelekî navê wê bihîstibû. Wiha qalê dike, "Hevalên birîndar destpêkê qala hevala Zarîn dikirin. Ji ber ku li gel birîna xwe ya giran jî gelekî bi moral û bi coş bû. Piştî ku birîndar bû nekarî tevbigere, lê belê xwe li jiyanê girtibû."

Mizgîn jî dema ku birîndar bû, navê destpêkê yê bihîst Zarîn bû. Li Qamişloyê li mala birîndaran li hev rast hatin. Mizgîn qala wê kêliyê dike: "Zarîn li Kobanê bû. Ji bo tedawiyê hate Qamişloyê, min jî ew nas kir."

Mizgîn anî ziman ku 5 salan ew bi hev re bûn û got, "Jiyana Zarîn bi 24 saetan bi jiyana Rêbertî û şehîdan derbas bû. Tevî ku bi giranî birîndar bû, bandor lê nekiribû. Berevajî hîn bêhtir xurt bûbû, ji aliyê manewî ve tevlîbûneke xurt li jiyanê dikir. Bi çavên xwe ev yek ji me re nîşan dida."