'Têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê wê heta dawî bidome'

Xelê Reqayê yên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin, diyar kirin ku wê têkoşîna wan a li dijî dagirkeriyê li hemû herêman heta derxistina wan dewam bike.

Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhlatê Sûriyê zêde dibe.

Bi pêşengtiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Reqayê çalakiyek protestoyî li Qada Azadî ( Çarxeriya El-Neîm) a li navena bajarê Reqayê orgenîze kirin.

Di çalakiyê de hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb, serokê Buroya Birêxistinkirinê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Elî El-Hemêdî û şêx Ayid El-Hadî şêx êla El-Mûsa El-Zahir axivîn.

Di axaftinana de hate gotin ku civaka navnetewî ji komkujiyên ku li Sûriyê têne kirin, bi taybet komkujiya li navçeya Til Rifatê ya li dijî zarokên Efrînê, berpirsyar e. Her wiha xwest ku di derbarê van komkujiyan de dozekê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê were vekirin û radestî dadgeha cînayetan a navdewletî were kirin.

Axaftivanan gotin, gelê Sûriyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ser xaka xwe qebûl nakin û kiryarên wan ên li dijî gelê Sûriyê bi taybet li dijî jin û zarokan şermezar dikin.

Axaftvanan teqez kirin ku Berxwedana Rûmetê berdewam e û gelên herêmê piştgiriya hêzên leşkerî dikin û wê têkoşîn heya derxistina leşkerê tirk ê dawîn bidomînin.