Tecrîd û êrişên li ser goristanan hatin şermezarkirin

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girseya gel daket qadan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li ser goristanan û herêma Zînî Wertê şermezar kir.

DÊRIK

Li Dêrikê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, meşeke meşeleyan ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gorên şehîdan û herêma Zînî Wertê hate lidarxistin.

Bi sedan şênî tev li meşê bûn. Meş ji pêşiya navenda Ciwanan a Şehîd Bawer ber bi Qada Azadî ve dest pê kir. Di meşê de meşele, wêneyên şehîdan, alên YPG, YPJ, QSD, pankartên wekî "Em ê dagirkeriyê û hevalbendên wê têk bibin û serkeftinê bi dest bixin" hatin vekirin, di wê navberê de diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û banga mezinkirina têkoşînê hatin berzkirin.

Meş li Qada Azadî rawestiya. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek ji aliyê Dilvîn Tolhildan ve hate xwendin.

Dilvîn anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca ku nasname û hebûna Kurdan tune bikin, êriş û binpêkirinên xwe zêde kirin û wiha domand: "Gelê ji bo welatekî azad bi hezaran ciwan danye û hîna jî bi saya kedan wan serkeftinan pêk tîne. Lê dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî gelê me dike, her wiha gorên şehîdên li Bakurê Kurdistanê wêran dike. Dewleta Tirk hewl dide destkftiyên gelê Kurd tine bike. Bûyerên ku niha li Zînî Wertê rû didin beşek ji vê plane ye. Lê gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Başûr îsbat kir ku nakeve nava lîstokên dagirkeriyê û alîgirên wê."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Kurdistanê hate kirin ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin û her kolanek Kurdistanê bikin qada berxwedanê.

GIRKÊ LEGÊ

Bi serkêşiya ciwana bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ji qada Şehîd Xebat Dêrik dest bi meşê kirin. Meşvanan ku meşele, wêneyên şehîdan, alên YPG, YPJ û QSD‘ê hilda bûn di nava kolanên sereke yên navçeyê geriyan û diruşmeyên şermezarkirina êrişên li ser gorên şehîdan û banga yekitiya netewî qîr kirin.

Meş li navenda navçeyê rawestiya. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê endama tevgerê Dîcle Mihemed daxuyanî xwend.

Meş bi diruşmeyên silavkirina berxwedanê û şeremzarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Ciwanên navçeya Dirbêsiyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên ên li ser ser herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî vê êrişê şermezar kirin.

Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hate organîzekirin. Bi dehan ciwanên navçeyê beşdar meşê bûn.

Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li sûkan navendî bi dawî bû.

Di meşê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Zînî Wertê û bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişan hatin şermzarkirin.

ŞEHBA

Bi dehan endamên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Ciwan ku li navçeya Ehrasê kom bûn posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan hildan bûn û panartên bi nivîsên " Sonda me em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" vekiribûn.

Meşa ji qada Ehrisê ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş li ber goristana rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtinê endamên Kongreya Star Zozan Hac Elî bi zimanê Erebî û Ronahî Şêxo bi zimanê Kurdî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên hovane yên dewleta Tirk hatin şeremzarkirin û hate gotin ku ev êriş îradeya gelên herêmê di kesayeta rêbertî "Afrînerê jiyana azad"Rêber Apo û hemû  girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de dike hedef.

Her wiha hate diyarkirin ku armanca Tirkiyê ji van kiryaran xewna xwe ya osmanî li Tirkiyê û derveyî wê li pêşberî çavê cîhanê bicîh bîne û îşaret bi tecrîda girankirî ya li rêbertî hate kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Ev siyaset nikare îradeya me têk bibe û heqîqetê tarî bike, ji ber ku ev heqîqet hêza çareseriyê ye û rêgirtina li ber şer, tundî ye, heqîqeta aramî û aştiye ye. Lê mixabin asta binpêkirinên li dijî îradeya gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û nirxên wê yên pîroz zêde bûn, bi awayekî hovane êrişîn gorên şehîdên leheng dikin û malbatên wan di bin tirsê de neçar dikin ku cenazeyan ji goran derxistin, dîsa jî bedena wan a paqij parçe dikin û ji malbatên wan re dişînin.

Binpêkirinên hikûmeta AKP‘ê asta zihniyeta wê ya tarî ya DAIŞ‘î diyar dike ya ku xeyrên xwe qebûl nake û ji sembolên me yên pîroz ditirse, ji ber vê yekê êrişî her tiştî dike da ku îradeya gelê me û nirxên wê yên pîroz têk bibe û gel neçar bike ku xwe radest bike da ku siyaseta xwe ya terorîst ferz bike. Lê bi berxwedan û têkoşîna gelê me yê Bakurê Kurdistanê û tevahî Kurdistaniyên li cîhanê ev siyaseta durutî ya ku dewleta faşîst a Tirkiyê û hevalbendên wê pêk tînin ji cîhanê re eşkere bûn."

Kongreya Star a herêma Efrînê di dawiya daxuyaniya xwe de di dawiya daxuyaniyê de bang kir: "Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û saziyên wê kir ku erkê xwe bi cih bîne û şer, binpêkirin, siyasetên qirkirinê ku dewleta Tirk a faşîst pêk tîne rawestîne û dev ji siyaseta xwe ya durûtî û derexlaqî berde, her wiha çareseriya ku Rêber Apo pêşniyar kiriye qebûl bike, bi lez destwerdanê bike da ku van binpêkirinan bi awayekî lezgîn rawestîne nemaze ku di dawî de li cîhanê pandemiya Korona Covid-19 belav bûye, ku girtîgehên Tirkiyê di mercên jiyanî yên zehmet de ne û xeteriyeke cidî li ser girtiyan heye. "

HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Hesekê û Yekitiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Zînî Wertê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Zînî Wertê û bêdengiya li hemberî van êrişan hate şeremzarkirin.

Hate gotin ku dê ciwanên şoreşger çalakiyên xwe dewam bikin ta komployên navnetewî yên li dijî gelên herêmê were şikandin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê jî bi heman armancê û bi diruşma "Em dagirkeriya Tirk û alîkarên wê têk bibin û serkeftinê bi dest bixin" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwanê meşek bi meşeleyan li dar xist.

Meş ji Stasyona Rojhilat a bajarê Qamişlo dest pê kir. Meşvanan di nava kolanên sereke de û çarxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a li taxa Enteriyê meşiyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger  hilda bûn. Her wiha dirûşmeyên "Bijî Serok Apo","Berxwedan Jiyan e", "Kurdistanê gora faşîstan e", "Bimire îxanet" û "Hilweşe Erdogan" berz kirin.

Meş li cem Goristana Şehîd Delîl Saroxan rawestiya, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Tişta ku îro rû dide ji êrişên li ser Zînî Wertê û goristanan asta lawazbûna dijmin nîşan dide, êrişên li ser Zînî Wertê ne tenê êriş li ser PKK‘ê ye, di heman demê de êris li ser tevahî gelên azadîxwaz e, Tirkiyê dixawze hêzên Kurdî bixe vî şerî, dixwaze bi hevkariya PDK‘ê êriş bike, nemaze piştî ku di êrişên xwe yên sala 1992‘an de şikest, hewl dide bi heman siyasetên Kurdan bi destê Kurdan bikuje, lê her kes nas bike û derasan ji dîrokê bigire û nebe hevkarê dijmin.

Dijminê faştî ne tenê êrişî xaka pîroz dike, lê belê êrişî nirxên pîroz gorên şehîdan dike. Em ciwan û jjinên ciwan dibêjin ku em xewn û hêviyên şehîdên xwe bi cih bînin ên ji bo avakirina Kurdistaneke azad xwe feda kirine ta serkeftinê ragihînin."