Protokola talankirina Efrînê

Dewleta Tirk, ji bo zeytûnên Efrînê bifiroşe Spanyayê bi çeteyan û 'meclîsên xwecihî' re protokol da îmzekirin. Li gorî protokolê, zeytûn di berdêla 22 milyon dolarî de radestî 'meclîsên' dûvikê Enqereyê tên kirin.

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, 80 ji sedî yê gelê wê ji neçarî cih û warê xwe terikandiye. Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe dest daniye ser zeytûnên li herêmê û difiroşe Spanyayê.

Dewleta Tirk ji bo zeytûnên Efrînê bifiroşe Spanyayê, di navbera çete û 'meclîsên xwecihî' de ku dûvikê wan e, protkolek amade kir. ANF'ê ev protokol bi dest xist.

CIVÎNA BI SERKÊŞIYA MÎT'Ê

Çavkaniyên xwecihî agahî dan ANF'ê û diyar kir, bi vê protokolê re dewleta Tirk hewl dide talana zeytûnan binixumîne. Çavkaniyan bi bîr xistin ku meha Îlonê li Efrînê di navbera MÎT'ê, Berpirsyarê Biryargeha Herêmê ya 'Artêşa Sûriyeya Azad' (OSO) Heysem El Afîsî û heyeta OSO de civînek pêk hat û biryara li ser talankirina zeytûnan di vê civînê de hate dayin. Di civînê de li ser OSO'yê hate ferzkirin ku bexçeyên zeytûnan ên desteser kirine radestî 'meclîsa xwecihî' bike. Di berdêla ku parekê ji vê bigirin û hatiney aderiyê sînor dema pêş radestî wan bike, protokoleke hevpar bi wan da qebûlkirin.

WÊ BIFIROŞE SPANYAYÊ

Hate ragihandin, di civînê de hatiye gotin ku wê zeytûnên Efrînê li Hatayê bên komkirin û piştî ku li vir hatin amadekirin wê li Spanyayê werin firotin. Ji OSO'yê hate xwestin ku vê civînê û firotina zeytûnan ji bo Spanyayê veşartî bihêle û soz ji OSO re hate dayin ku hemû hatineyên gumrukê yê deriyê nû yê sînor ê li Cindirêsê were vekirin, dema bê radestî wan werin kirin.

ÇETE WÊ DI BERDÊLA 22 MILYON DOLARÎ DE ZEYTÛNÊN TALANKIRÎ RADESTÎ 'MECLÎSAN' BIKE

Dewleta Tirk bi rêya vê protokolê dixwaze talan û desteserkirina zeytûnên Efrînê rewa bike ku tê gotin, wê herî kêm 80 milyon dolarî jê bixwe. Metna protokolê kete destê me. Protokol bi çavdêriya Berpirsyarê MÎT'ê yê li Efrînê di navbera berpirsyarên çeteyên OSO û nûnerên 'meclîsên' wan de hate îmzekirin. Li gorî protokolê, OSO wê di berdêla 22 milyon dolarî de temamiya zeytûnên desteserkirî radestî 'meclîsan' bike.

PERE WÊ LI BANKA PTT'Ê Û BANKA ZÎRAATÊ BÊN RAZANDIN

Li gorî protokolê, hatineya ji zeytûnên talankirî ku bi rêya 'meclîsên xwecihî' dixwazin rewa bikin, wê li Banka PTT û Banka Zîraatê bê razandin.

METNA PROTOKOLA TALANÊ

Metna protokola talanê wiha ye:

"Protokol

Armanc

"Ev protokol li ser zeytûnên di salên 2018-2019'an de li herêmên Afrîn, Bilbil, Cindires, Mabatli, Şera, Raco û Şeyhhedîtê hatine bi dest xistine ku ev herêm di çarçoveya operasyona Zeytîn Dali de ji terorîstên PKK-PYD-YPG'ê hate girtin.

Îmkan:

Ev protokol li ser zeyt û zeytûnên di salên 2018-2019'an de li herêmê hatin bidestxistin, rol û wezîfeyê dide Artêşa Sûriyeya Azad û meclîsên xwecihî û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gengaz e.

Aliyên protokolê:

Nûneriya gelê li Afrîn, Bilbil, Cindires, Mabatli, Şera, Raco, Şeyhhedît wê bikeve destê meclîsên mehelî. Ji komên li herêmê jî wê berpirsyarê herêmê yê biryargeha Artêşa Sûryeya Azad Heysem El Afîsî û berpirsyarên giştî yên komên çekdar berpirsyar bin.

Berpirsyarî:

Berpirsyariyên Meclîsên Mehelî:

a- Wê rêjeya para meclîsên mehelî, rêjeya ku kes bidin û mijarên mîna wê diyar bike.

b- Wê navendên komkirina bacê ava bike û karmendan wezîfedar bike. Bac jî wê li Banka PTT û Banka Zîraatê bên razandin.

c- Meclîsên Mehelî wê ji bo ewlekariya herêmê 22.000 000$ bide Artêşa Sûriyeya Azad.

d- Hevdana zeytûnan wê heta 15'ê Sibata 2019'an bê qedandin. Rêveberiya vê jî wê ji aliyê aliyan ve bê diyarkirin.

z- Xwedî û xebatkarên febrîqeyên zeytûnê yên dixwazin febrîqeyên xwe tamîr bikin, divê bi saziya alîkariya însanî IYKM re têkiliyê deyne.

w- Hatineya hemû bexçeyên zeytûnan ên bê xwedî wê ji bo xizmetên giştî were veqetandin.

2- Berpirsyariya komên ser bi Artêşa Sûriyeya Azad ve

a- Komên Artêşa Sûriyeya Azad divê hemû zeytûnên di destê xwe de radestî meclîsên mehelî bikin.

b- Komên Artêşa Sûriyeya Azad divê cotkaran ji PKK-PYD-YPG û terorîstên din biparêzin. Derfetê bidin cotkaran ku berhemên xwe hev bidin.

c- Divê dest il karmendên bacê wernedin û alîkariyê bidin wan.

Komîteya Çareserkirina Pirsgirêkan

Eger di pêkanîna protokolê de pirsgirêk rû bide wê 3 kes hewl bidin çareser bikin. Yek ji van sê kesan jî Serokê Saziya Alîkariya Însanî ya Afrînê, yek jê berpirsyarê MÎT'ê yê li Afrînê û yek jî Serokê Biryargeha Artêşa Sûriyeya Azad e.

Hemû alî neçar in ku li gorî biryarên Meclîsa Mehelî ya Afrînê tevbigerin.

Hukmên cuda:

1- Ev protokol ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan hate amadekirin. Li gorî madeyên vê protokolê, nabe ku kes daxwaza mal û milkan bike. Mijarên li ser milkiyetê ne di çarçoveya vê protokolê de ne.

2- Eger der barê milkiyetê de pirsgirêk derkeve, rêya dadgehê vekiriye, lê belê biryara dawî wê komîte bide.

3- Ev protokola ji bo zeytûnên salên 2018-2019'an hate amadekirin, eger ji aliyê her du aliyan ve munasîb bê dîtin, salên bê jî dikare dewam bike.

Bicihanîn:

Ev protokol ji roja hate îmzekirin û pê ve dikeve meriyetê.

Dogan Suleyman (Firka 12. a Tûgaya Fatih Sultan Mehmet)

Mukadim Zuhir (Serokê Lîwa 121.)

Wail Fridil (Serokê Lîwa 122.)

Mihemed Dawud (Serokê Lîwa 123)

Hişam Ehmed (Serokê Lîwa 12.)

Neqib Ebdulnasıl Ebû Celal (Serokê Firka 14.)

Raid Selim Sirsi (Serokê Firka 141.)

Malik Casim (Serokê Firka Suleyman Şah)

Muqadim Fehed Huyid (Serokê Firka 143.)

Hesen Hac Elî Xeyriye (Sikûr El Şîmal)

Mihemed Reslam (Serokê Lîwa 145.)

Rail Hisên Himadî (Serokê Lîwa 146.)

Haldun Cemil Midur (Berpirsyarê Feylaq Şam)

Neqib Elî Mihemed Hisen (Cephe Weteniye)

Mihened Helef (Cephe Şamiye)

Ehmed Micahid Himo (Ehrar Şam)

İsam Boysadi (Ceyşul İslam)

Ela Biro (Lîwa Selam)

Mihemed Derî (Lîwa 51.)

Yamin Tilco (Feylaq El Mecd)

Mehmud Hac Hisen (Sultan Murad)

Mutasim Ebas (Firka Mutasim)

Seyf Bolat (Firqet Hemze)

Mutez Reslan (Ceyşul Nuxbe)

Fadî Omer (Ceyşul Ehfad)

Rami Hoce (Lîwa 111.)

Ebdulkerim Hesum (Lîwa 112.)

Husam Bekur (Lîwa 113.)

Firaz Başa (Muntesir Billah)

Sair Meruf (Lîwa Semerkant)

Mihemed Başa (Lîwa 122.)

Ehmed İhsan Haşimi (Ehrar Şerqiye).